Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li herêmên dagirkirî amadekariya dubarekirina senaryoya Hatayê

Binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Tevî bertekan jî dewleta tirk demografyaya herêmê diguherîne, siyaseta tirkkirinê dimeşîne û li dijî sivîlan sûcên li dijî mirovahiyê dike. Li herêmên dagirkirî tevlihevî, nearamî û şerê di navbera çeteyan de didome.

Dewleta tirk li herêmê bi destê komên tirkmen ên girêdayî MÎT’ê, siyaseta tirkkirinê dimeşîne. Çavkaniyên ji Babê da zanîn ku dewleta tirk li gundên kurdan ên li Bab û Cerablusê civînên veşartî li dar xistin. Di civînan de belgeyên sexte yên niştecihên wan gundan vekirin da ku wan îkna bikin ku eslê wan ne kurd, tirkmen in. Çavkanî got ku bi pere û alîkariyê hewl didin gel bixapînin.

Sîxûrên MÎT’ê û çeteyên DAIŞ’ê bûne serokên tirkmenan

Çavkanî da zanîn ku civînên veşartî bi bi fermana komên çete yên tirkmen ên Sûltan Suleyman Şah, Hemzat, Lîwa Sûltan Mûrad û Partiya Tirkmenî pêk tên. Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyê bi navê Ziyad Hesen, çeteyên ku berê di nava DAIŞ’ê de Ehmed Edîb, Ebû Edîb û Hecî Osman ku li bajarê Raiyê pêlavan çêdikin, çete Hisên Walî Edîb Muslim Hesen ku sîxurê herî xeternak ê dewleta tirk e, Partiya Tirkmenî bi rêve dibin.

Dixwazin kurdan weke tirkmen nîşan bidin

Li dijî binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê, xelkê Babê par di meha mijdarê de çalakî li dar xistibû. Lê ev serhildana gel hate têkbirin. MÎT’a tirk bi destê çeteyan di navbera pêkhateyên li herêmên dagirkirî fitneyê derdixîne û bi hemû rêbazan hewl didin ku kurdan tev li Partiya Tirkmenî bikin. Her wiha materyalên bi zimanê tirkî derbasî herêmê tên kirin û zorê li gel dikin ku pereyê tirkî bi kar bînin. Her wiha ala dewleta tirk û wêneyên Erdogan jî li hemû saziyên herêmê daliqandî ne.

Avakirina çembera tirkmenan

Dewleta tirk bi vê polîtîkayê hewl dide herêmên dagirkirî weke herêmên tirkmenan nîşan bide. Di çarçoveya heman polîtîkayê de dewleta tirk par li Efrînê çembereke tirkmenan ava kir. Çember ji navçeya Şerayê heta Bilbilê didome. Hêzên dagirker malbatên tirkmen ên ji Xutaya Şamê li vir bi cih dikin. Dewleta tirk dixwaze komên çete yên li derveyî berjewendiyên wê tevdigerin, tesfiye bike.

Çeteyên behsa xeberê ev in: “Ceyş El Şerqiya û Ehrar El Şerqiya (Ji eşîra Şiêtat a Dêrazorê ne û ji aliyê çete Ebû Hatim El Şeqra ve tê birêvebirin. Ev kom di 22’yê çileya 2016’an de li Ezazê hate avakirin. Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Dêrazorê li dijî vê eşîrê komkujî pêk anîbûn.)

Komên çete û hewldana tasfiyekirina wan

Ji ber ku çeteyên Ehrar El Şerqiya û Ceyş El Şerqiya li Sûriyeyê sûcên şer kirine, rêxistinên hiqûqî ew weke rêxistinên terorîst îlan kirin. Dewleta tirk ku ev yek dît, niha hewl dide wan tesfiye bike. Lewre jî şandin Lîbyayê û gefa qutkirina mûçeyan lê xwar. Çavkanî dibêjin ku van her du koman nexwest biçin Lîbyayê û li ser vê yekê, dewleta tirk ferman da komên tirkmenî yên li Bab, Cerablus û Cindirês a Efrînê da ku van koman tune bikin. Piştî vê yekê şer derket û di encama teqînên li Efrîn, Bab, Cerablus û Cindirêsê de ji her du aliyan gelek kuştî û birîndar çêbûn.

‘Hewldana dubarekirina senaryoya Hatayê’

Komên çete yên Ehrar El Şerqiya û Ceyş El Şerqiyayê ku li Cindirês, Bab, Cerablus û Serêkaniyê belav bûne, li dijî kurdan gelek komkujî kirin. Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Hisên Welo ku ji Babê ji ANHA’yê bi Farîs Îbrahîm re axivî. Welo wiha got: “Banga min ji civaka navdewletî re ew e ku li dijî van sûcên şer, di zûtirin dem de bikevin nava tevgerê. Dewleta tirk demografyaya herêmê diguherîne, bi sicîlên sexte hewl dide kurdan weke tirkmenan nîşan bide. Tirkiye hewl dide senaryoya Hatayê dubare bike. Rewşa gelê li Bab û Cerablusê di asteke krîtîk de ye. Hemû derfet tenê dane tirkmenan. Şer, teqîn, tevlihevî û hwd. li herêmê xelas nabin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar