Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Hesekê 27’ê Mijdarê bi ruhê şoreşê hat pîrozkirin

Bi coş û kêfxweşiyeke mezin 27’ê Mijdarê roja damezirandina PKK’ê li kantona Hesekê hat pîrozkirin

Nêrgiz Ismayîl |

Bi coş û kêfxweşiyeke mezin 27’ê Mijdarê roja damezirandina PKK’ê li kantona Hesekê hat pîrozkirin. Hemû pêkhateyên kantonê tev li şahiya pîrozbahiyê bûn.

Di vekirina şahiyê de bi pêşkêkirina sînevizyona bi dengê Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat kirin.

Axaftina şahiyê Zeyneb Efrîn vekir û ev tişt anî ziman: “Çawa ji destpêka têkoşîna Rêber APO û heta roja îro, berxwedanî, têkoşîn û serkeftin esas bû, careke din ji her demê zêdetir bi ruhê Rêber Apo û felsefa Partiya Karkerên Kurdistanê berdewam e. Ev bû 44 sal ku bê sekin, bê dudilî têkoşîna gelan berdewam e. Ger vê tevgerê ji gelê kurd dest bi vê têkoşînê kir, îro bi hezaran gelên Rojhilata Navîn û tevahiya pêkhateyên din jî di nava vê tekoşînê de bûne xwedî hebûn.

Tevgera me tevgera şehîdan e, tevgera şerê gelê şoreşger e. Em salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê ya 44’emîn bi ruhê şerê gelê şoreşgerî pîroz dikin. Ew blokên ku şehîdan ji me re danîn û kirin bingeheke mezin, li ser wê bingehê em ê rêka xwe ronî dikin. Em xwe nas dikin. Tevgera azadiyê ne tenê ji bo gelê kurd û hemû gelên cîhanê bûye mînak, her wiha ji bo azadiya jinan bûye kaniya vegera jinan a li cewhera xwe û heqîqeta xwe. Em gelekî şahnaz û serfiraz in ku îro em li kantona xwe ya Hesekê bi vî ruhî pîroz dikin. Ji her demê zêdetir bûne hêz û bi vê hêzê em dikarin hêzên herî terorane di cîhanê de bibin bixin.

Ji ber hêza vê partiyê bûye cîhanî, ne dewleta tirk, ne dijminên kurdan dikarin tehemul bikin. Lewma dibêjin ku ev partiyeke terorîst e, gelo partiya ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan çawa mirov terorîzmê dikare lê bike. Partiya ku bi milyonan gel li dû ne wê çawa navê terorîzmê lê bê kirin. Lewma em di vê pêvajoyê de divabe hetanî dawî xwedî li hemû destekftiyên şoreşa xwe xwedî derkevin. Ne tenê li bakur û rojhilatê Sûriyayê, lê belê li tevahiya Kurdistanê jî. Berxwedaniyên bêhempa li her deverê welat têne pêşxistin, em jî li ku derê bin li wê derê bin û agirê berxwedanê gur bikin. Çawa me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî jî berdewam bikin. Em ê careke din bi ruhê berxwedana şerê gel ê şoreşgerî berdewam bikin. Careke din li hemû pêkhateyên Hesekê pîroz dikim. Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê, Bijî Rêber Apo.”

Piştî axaftinê şahî bi stran, helbest û govendê dewam kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar