Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Li Hesekê li dijî dagirkeran xwepêşandan

Şêniyên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina bêdengiya navdewletî ya der barê kiryarên dewleta tirk û hewldana wê ya ji bo parçekirina Efrînê de xwepêşandanek li dar xist

Şêniyên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina bêdengiya navdewletî ya derbarê kiryarên dewleta tirk de, hewldanên wê yên parçekirina Efrînê ya ji Sûriyeyê û lêkirina dîwarê parçekirinê, xwepêşandanek li dar xist.

Şênî li Çerxerêya Sînalko destpê kir û li Çerxerêya Agirkujiyê ya li taxa Miftî veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Abdulxenî Osê axivî û wiha got: “Hovîtiya deweta tirk ne tiştkî nû ye. Ev yek ji kalikên xwe yên osmanî girtiye. Dewleta tirk a dagirker hewl dide hemû herêmên Sûriye û Rojhilata Navîn bixe bin dagirkeriya xwe. Em ji wan re dibêjin ev herêm ne yên Tirkiyeyê ne. Ev xaka Sûriyeyê ye û dê tenê ji gelê Sûriyeyê re bin.”

Di axaftina xwe de Osê diyar kir ku dewleta tirk li Efrînê dîwarê parçekirinê di nava bêdengiya navdewletî de lê dike û got ku armanca vê yekê jî ew e ku Kantona Efrînê ji xaka Sûriyeyê qût bike û tev li axa Tirkiyeyê bike.

Her wiha Osê destnîşan kir ku dewletya tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve destwerdana kar û barê herêmê dike, di hemû aliyan de destekê dide komên terorîst û teqez kir ku şêniyên Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe dagirkeriya dewleta tirk qebûl nakin.

Piştre ji rêveberên Kongreya Star Celîla Mele Elî axivî û bêdengiya navdewletî bi taybet bêdengiya Sûriye, Îran û Rûsyayê der barê kiryarên dewleta tirk a li dijî gelê herêmê û binpêkirin û parçekirina xaka wan de, şermezar kir û wiha got: “Em bang li rejîma Sûriyê dikin ku erka xwe der barê xaka xwe de pêk bîne û nehêle dîwarê parçekirinê were lêkirin. Em bang li sazî û rêxistinên peywendîdar ên mafên mirovan dikin ku Erdogan were darizandin û radestî dadgeha navdewletî were kirin, ji ber ku wî li Sûriyê sûcên şer pêk anîn.”

Her wiha mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar