Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Heskîfê 10 gund di bin avê de man

Piştî Bendava Ilisûyê av girt, heta niha herî kêm 10 gund di bin avê de mane. Heskîfiyan bilêv kir ku dîrok li cihê cih bedew e û gotin ku ew naxwazin dev ji warê xwe berdin

Piştî Bendava Ilsiûyê av girt, heta niha herî kêm 10 gund di bin avê de mane. Her wiha bajarê lîmanê yê ewil Tel Fafan ku di navbera Botan û Çemê Dîcleyê de ye jî di bin avê de ma. Lê belê heskîfî bilêv kirin ku dîrok li cihê xwe bedew e û gotin, ew naxwazin dev ji warê xwe berdin.

Heta niha li cihê nû hatiye çêkirin mifteya 710 kesî dane wan û ji van kesan tenê 100 kes hatine bicihkirin. Li bajêr sedema ku welatî nayên veguhastin ew e ku hîn avaniya binerdî û xanî temam nebûne.

Rûxandin didome

Çend roj berê hat daxuyandin ku wê av heta paceya Qesra Biçûk bilind bibe. Ligel vê esnafên bajêr jî diyar dikin ku heta kargehên wan ê nû bi temamî neyên çêkirin ew ê dernekevin.

Esnaf Zekî Kaya wiha got: “Em heskîfî timd dibêjin, dîrok li cihê xwe xweş e. Em cihê nû naxwazin. Cihê nû li cihekî dûrî berhemên dîrokî hatine bicihkirin hatiye çêkirin. Gava mirov tên vira pêşî diçin cem berhemên dîrokî. Em esnaf û heskîfî, bi saya van serdanan debara xwe dikin. Lê belê tenê çend berhemên dîrokî birin cihê nû, lê ew jî dûrî bajarê nû ye.”

Esnaf Zeydan Ayan jî, da zanîn ku berhemên hatine veguhestin tenê perçeyeke biçûk a Heskîfê ne û wiha got: “Ev berhemên dîrokî hevalên min î zarokatiyê ne. Em bi van çiyayan re mezin bûn. Wê wan çawa veguhêzînin. Li Heskîfê aloziyek heye. Kes ji wan nerazî ye. Daxuyaniyên tên kirin jî bixumam in. Em ji ber vê xumamiyê bêçare mane, derûniya me serobino bûye. Li vira pergalek tune ye, em di demê de asê bûne.”

Berdevkê Hewldana Heskîfê Alî Ergul jî, anî ziman ku hîn jî ji bo têkoşînê ne dereng e û got, projeya ku dixwaze vê xaka qedîm di bin avê de bimîne demildest divê bê rawestandin. Ergul, got: “Gava Çemê Firatê hatibû tunekirin, xisareke mezin gihaştibû Mezopotamyay qedîm. Ger Dîcle jî bê tunekirin wê Mezopotamya nemîne. Divê her kes li dijî vê rûxandinê derkeve.” ÊLIH

Çavkanî: MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar