Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Heskîfê gor di bin avê de dimînin!

Ji ber Bendava Ilisûyê ku gorên li 199 jîngehan jî di bin avê de dimînin. Heta niha gorên li hin deverên nizm di bin avê de mane. Piraniya van goran ên beriya bi hezaran salî ne. Her wiha serlêdanên malbatan ên ji bo veguhastina goran jî nayên bersivandin.

Ji serlêdanan hin jê bi cih hatine û çend gor hatine veguhastin. Lê belê bi hezaran gor hê nehatine veguhastin û bi hinceta ‘gorên bêkes in’ nayên veguhastin.

Malbatên ku daxwazên wan ên ji bo veguhastina goran pêk nayên serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amed û Êlihê dan. ÎHD’ê yên navbirî jî ji bo vê serî li dozgeriyên komarê dan lê belê heta niha tiştek rû nedaye.

Nedîm û Mehmet Dogan, ji bo veguhastina gora birayê wan Ahmet Dogan ku di sala 2000’î de jiyana xwe ji dest daye û li Goristana Asriyê ya Heskîfê hatiye veşartin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabûn. Her du birayan di 11’ê çileya 2016’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabûn, lê belê dozgeriyê ji bo serlêdana wan biryara neşopandinê daye.

‘Demildest divê mudaxeleyek bê kirin’

Piştî vê biryarê Mehmet Dogan serî li ÎHD’a Amedê daye. Dogan diyar kir ku cenazeyên 12 kesan neqlî beşa bêkesan a Goristana Asriyê ya Heskîfê hatiye kirin, lê belê bêyî ku testa DNA’yê ya birayê wî bê kirin cenazeyê wî hatiye definkirin. Dogan anî ziman ku gorên dê di bin ava Bendava Ilisûyê de bimana veguhastine Goristana Bajêr a Êlihê, lê belê birayê wî jî di nav de cenazeyê 12 kesan bi hinceta bêkes in nehatine veguhastin û wiha got: “Ji ber ku av bilind bûye dibe cenaze di bin avê de bimînin. Loma demildest divê mudaxeleyek bê kirin. Em amade ne ji bo xwînê nimûneyê bidin. Ji bo vê jî em dixwazin komele di warê hiqûqî de alîkariya me bike.”

Li ser vê ÎHD’ê jî serî li Şaredariya Êlihê da. Lê belê şaredariyê jî gotiye, ev erka Şaredariay Heskîfê ye û divê serî li Şaredariya Heskîfê bê dayîn. Şaredariya Heskîfê jî serlêdana komeleyê bêbersiv hişt.

Heyetek şandin

Ji bo vê rewşê gelek kesan serî li ÎHD’ê yên Amed û Êlihê dane. Piştî serlêdan pir bûne ÎHD’ê jî ji bo lêkolînkirinê heyetek şand herêmê. Wê heyet piştî lêkolînan raporekê amade bike. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar