Bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn a ji aliyê AKP’ê ve hate xespkirin, hate birîn
Rûniştina 11’emîn a hevşaredariya Şaredariya Dêrsimê Nûrhayat Altûn ku bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ dihat darizandin, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dêrsimê hat dîtin. Altûn ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandira ya Kocaelî yê dimîne, bi rêya SEGBÎS’ê tev li rûniştinê bû. Di rûniştinê de parêzer Reyhan Yalçindag, Levent Kanat, Fatma Kalsen û Mesût Baştar jî amade bûn.
Di rûniştinê de di serî de Nûrhayat Altûn mafê axaftinê girt û diyar kir ku ji 2 salan zêdetire bi awayekî bê hiqûqî tê girtin. Altûn anî ziman ku darizandina wê ne hiqûqî, siyasî ye. Altûn got ku hemû xebat û çalakiyên ku tev li bûye, xebatên partiyê ne, ji raya giştî re vekirî ne û ev jî sûc nînin.
Piştî parastina Altûn, parêzer Reyhan Yalçindag axivî diyar kir ku darizandina muwekîla wê derhiqûqî ye û daxwaza berdana wê kir.
Heyeta dadgehê ya biryar nirxand û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ der barê Nûrhayat Altûn de 10 sal cezayê girtîgehê birî. DÊRSIM