Li Navçeya Hewagê ya Rihayê 3 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
Li gundên girêdayî Navçeya Hewagê ya Rihayê serê sibê cendermeyan avêt ser gund û li malan lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerîna li malan cendermeyan Şevket Taş, Gafarî Aslan û Emîn Taş binçav kirin. Hat zanîn her 3 welatî bi hinceta parvekirinên medya civakî hatine binçavkirin û ew birine fermandariya cendermeyan. RIHA