Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Hewlêrê bazariya cenazeyê: Ji bo cenaze werbigirin bûka xwe radest kirin

MÎT’ê cenazeyê endamê PKK’ê yê berê Atîlla Karaoglan ku li Hewlêrê ji înşatê de ket û jiyana xwe ji desta dabû, bi radestbûna hevjîna wî ya ducanî ku ew jî endamek PKK’ê berê bû radestî malbatê kir. D.D. a ducanî ku anîn Tirkiyeyê li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê tê ragirtin

Endamek PKK’ê yê berê Atîlla Karaoglan ku li bajarê Hewlêrê di înşatê de dixebitî ketibû xwarê û jiyana xwe ji dest dabû. MÎT a tirk ji bo cenaze radestî malbatê bike, hevjîna Karaoglan ku ew jî endamek PKK’ê ya berê ye qanih kir. Piştî qanihkirina hevjîna wî cenaze da malbatê. Karaoglan di sala 2014’an de tev li PKK’ê dibe û piştî 3 salan ji PKK’ê veqetiya û radestî hêzên pêşmerge bû. Piştî ku Karaoglan serbest dimîne, bi endamek berê ya PKK’ê D.D. re dizewice. Ev herdu li Hewlêrê dijîn.

Karaoglan di 28’ê nîsanê de ji înşata lê dixebite ve dikeve xwarê û jiyana xwe ji dest dide.

MÎT cenaze asteng dike

Malbata Karaoglan ku dixwaze cenaze ji sînor bistîne û bibin gund defin bikin ji hêla MÎT’ê ve tên astengkirin û ji malbatê re dibêjin,”Ji bo ku em cenaze bidin we divê hûn bûka xwe radestî me bikin.” Malbata ku 10 rojan li benda cenaze dimîne herî dawî neçar dimîne ku bûka xwe ya bi navê D.D. ya ducanî ye qanih dike û radestî MÎT’ê dike.

Neçar dimînin ku bûka xwe teslîm bikin

Malbata Karaoglan tiştê ku hatine serê wan wiha vegot: “Nêzî salekî bûn zewicî bûn. Bûka me ducanî ye. Ji bo ku em cenaze bistînin, em çûn Hewlerê. Kesek ji me re nebû alîkar. Me ji rayedarên PDK’ê cenaze xwest. Lê rayedarên PDK’ê ji me re gotin ‘Ji bo ku hûn cenazeyî bistînin pêwîst e hûn hevjîna Atîlla radestî rayedarên tirk bikin’. Em jî neçar man û me bûka xwe radestî Tirkiyeyê kir. Bi vî awayî me cenazeyê me di 3’yê gulanê de radestî me kirin. Piştî ku me cenaze anî Şirnexê jî wesayîta cenaze jî nedan me û me bi derfetên xwe bir li gund veşart.”

Hat zanîn ku D.D. a di 10 roj berê li Hewlêrê radestî îstîhbaratê hat kirin 5 roj in li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê tê ragirtin. Malbatê jî piştrast kir ku keça wan D.D. di binçavan de ye. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar