Di saetên sibehê de li bajaroka Rizgarî ya bi ser navçeya Xebat a Hewlêrê ji ber rûxandina xaniyê dayika pêşmergeyek şehîd, xelkê bajarok nerazîbûn nîşandan. Di navbera welatiyan û hêza Zêrevanî de pevçûn rû da. Di pevçûnê de çend welatî birîndar bûn.
Xelkê bajarok diyar dikin ku ger carek din ew hêz ji bo rûxandina xaniyên wan were, dê carek din li beramberî wan rabin.
Her wiha diyar dikin ku ne tenê li taxa wan xaniyên bê destûr hene, li gelek cihên din jî hene lê ji ber ku li wan cihan berpirs di pişt de ne, kes dengê xwe li wan nake. HEWLÊR