PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Hewlêrê ji ber lehiyê 7 kesan jiyana xwe ji dest da

Welatiyên Hewlêrê ên malên wan ber lehiyê ketin gotin; “Sedema lehiyê nebûna sîstemek baş ya  cogên avê û binesaziyê ye. Ger em zû bi lehiyê nehesiyaban, wê zarokên me jî ber lehiyê çûban.”

Duh li seranserê Iraq û başûrê Kurdistanê barenek zêde barî. Ji ber barîna barana zêde lehî rabû. Bi taybet li Hewlêrê ji ber nebûna binesaziyek baş, lehiyek mezin çêbû. Li gelek taxên Hewlêrê lehî bû sedema mirina mirovan û ziyanek mezin a aboriyê. Di encama lehiyê de 7 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û welatiyek jî bi birûskê jiyana xwe ji dest da. Welatiyên Hewlêrê ên ku ji lehiyê zirerê dîtine, li ser sedema lehiyê axivîn.

Welatiyê bi navê Erselan Umer diyar kir ku saet 02’00’ê şevê dema ew ji xew radibe, dît ku lehî û wiha got: “Jêr zemîna malê di bin avê de ma û av ket hundirê malê. Wesayîta min jî ber lehiyê ket. Sedema lehiyê, nebûna sîstemek av û cogên avê ye. Li herêmê cihek ku av biçe nînin, ji ber wê jî lehî çêdibe.”

Welatiyê bi navê Hîwa Baram jî da zanîn ku ew jî ji nişka ve bi lehiyê hesiyaye û diyar kir ku ger ew zû bi lehiyê nehesiyaba, wê zarokên wî jî ber lehiyê ketiban.

Hîwa Baram li ser sedema çêbûna lehiyê wiha got: “Sîstemek cogên avê tuneye, ji ber ku dema av zêde dibe, kom dibe û cihek pêve biçe nînin. Min bi xwe jî wesayîta xwe girêda, yan ew ê jî bi lehiyê re çûba. Ziyanek mezin gihişt mala me, em bang li hikûmetê dikin da ku alîkariya me bike.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar