Li bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê li restoranta HuQQabazê ya li nêzî Konsolosxaneya Tirkiyeyê, şer çêbû. Tê diyarkirin ku xebatkarên konsolosxaneya Tirkiyeyê jî mirine û birîndar bûne
Li bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê li restoranta HuQQabazê şer çêbû. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, xebatkarên konsolosxaneya Tirkiyeyê bûne hedef.
Li gorî agahiyan alîkarê serkonsolosxaneyê û du xebatkarên konsolosxaneyê hatine kuştin. Tê diyarkirin ku di şer de birîndar jî hene.
Hêzên ewlekariyê yên başûrê Kurdistanê rêya Hewlêr-Silêmanî û Hewlêr-Kerkûkê ji trafîkê re girtin. HEWLÊR