Li gundekê Hewlêrê malbateke ji Kobanê rastî êrîşê hat. Di êrîşê de temamiya endamên malbatê hatin qetilkirin
Şevê din saet derdora 00.00’an de li gundê Pîrreşê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê komkujî pêk hat. Li gorî agahiyan, malbateke ji Kobanê ku li gel dayik û bav bi giştî ji 5 endaman pêk dihat, rastî êrîşê hatin. Di êrîşê de temamiya endamên malbatê hatin qetilkirin.
Li ser qewimîna komkujiyê jî hêzên ewlekariyê yên Hewlêrê çûn gund û cenaze veguhestin tipa edlî. Têkildarî komkujiyê jî lêpirsîn hate destpêkirin. Ji bo ku agahiyên berfirehtir wergirin, nûçegihanên Rojnewsê li Rêveberiya Polîsên a Hewlêrê geriyan lê bersiva telefonê nehate dayîn. HEWLÊR