Navenda Nûçeyan |
Her sal di meha Adarê de Koma Ciwanên Zelm a Hewremanê, mîhrîcaneke rengîn li dawiya çiyayê Dalan ku dikeve dawiya sînorê navbera Iraq û Îranê de pêk tînin. Di vê mîhrîcanê de ciwanan çalakiyên hunerî lidar dixin.
Di vê rojê de hemû malbatên gundê Zelm û kesûkarên wan ên li cihên din belav bûne, kom dibin û ber bi çiyayê Zelm ve bi rê dikevin. Xelkê gund di vê rojê de berê xwe didin serê çiyayê gund.
Xelkê gund vê yekê weke kevneşopiyek kevn dişopînin û her sal di vê meha Adarê de berê xwe didin çiya. Festîvala îsal a xelkê gund ji ya salên din germtir bû, sala borî ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê, xelkê gund nedikarîn lihev kom bibin. Îsal li rexa xelkê gund, komek rêxistinên çandî, jîngeyî û nûnerên hikûmetê jî tev li festîvalê bûn.
Welatiyên ku tev li mîhrîcanê bûn, diyar kirin ku armanca mîhrîcanê jibîrnekirina çandê û heskirin û berpirsyartiya hemberî jîngehê tîne ziman.