PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Li Hezexê starta 8’ê Adarê hat dayîn

Li navçeya Hezexa Şirnexê bi tevlibûna bi dehan jinan starta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat dayîn. Jinan di daxuyaniyê de bang li hemû jinan kirin ku tev li xebatên 8'ê Adarê bibin

Li navçeya Hezexa Şirnexê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê û bi tevlibûna parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Meclisa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê, aktivîstên TJA’yê, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê û gelek jinan li ber avahiya HDP’a Hezexê starta 8’ê Roja Jinan a Cîhanê hat dayîn. Jin bi kincên xwe yên herêmî beşdarî startê bûn. Pêşiya daxuyaniyê ji hêla polîsan avahiya HDP’ê hat dorbêçkirin. Li tevî hemû astengiyên polîsan jî jinan daxuyanî da.

Daxuyani ji hêla hevseroka HDP’ê ya navçeya Elkê Beybûn Aslan ve hat xwendin. Aslan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wate û girîngiya 8’ê Adarê û wiha got: “Em li dijî desthilatdarên ku êrîşî zimanê me, bedena me, nasnameya me, çanda me, xwezaya me, aborî û destkeftiyên me dikin û bi vî awayî hebûna xwe didomînin, ji destpêka dîrokê heta niha me bi pêşxistina têkoşîna xwe bersiv da wan. Nirxên jinan ji ber vê sedemê winda nebûn, heta roja îro hat û pêşengiya xwe ya berxwedêriyê domand. Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin.”

Têkoşîn bi berxwedanê didome

Aslan di berdewama axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku di 8’ê Adarê de li qadan bin û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku em sedsala 21’emîn bikin sedsala jinan, em bi îdiaya mezinkirina têkoşînê 8’ê Adarê li qadan bin. Em hemû jinan daxwazî qada têkoşînê dikin. Em bang li jinan dikin ku xwe bi rêxistin bikin û li dijî her cûreyê tundiyê li gel me cih bigirin. Têkoşîna me bi pêşengiya Sarayan dest pê kir û dê bi berxwedan û têkoşîna wan bidome. Cihê kêfxweşiyê ye ku me şoreşa jinan a Rojava diyarî jinên cîhanê kir.”

Jinên ku mafên xwe diparêzin di hedefê de ne

Pişt re parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî. Kocyîgît bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê yên li dijî jinan û wiha got: “Jin di pêvajoyeke zor û zehmet de derbas dibin. Ji bo ku em li dijî mêrê desthilatdar îro di berxwedanê de ne û ev yek me kêfxweş û bextewar dike. Her roj bedana me tê îstîsmarkirin û em jin tune tên hesibandin. Em bi pêvajoyeke ku keda me, têkoşîna me û hebûna me tune tê hesibandin re derbas dibin. Îro kesên ku welat rêve dibin, mixabin ji jinan re tenê êş û hêsir layiq dibînin. Lê em jin nîvê cîhan û civakê ne. Ji ber ku em nîvên civakê ne em azadiya xwe û heqê xwe dixwazin. Ji ber ku em jin in em naxwazin bên qetilkirin. Ji ber ku em jin in em naxwazin bi tundî û destavejiyê re rûbirû bimînin. Ji ber ku em jin in em dixwazin li kolanan bi awayeke azad bimeşin. Îro hikûmeta AKP’ê dijminahiya jinan dike. Çima? Çimkî bi her awayî jin hedef girtin e. Ji ber ku jin keda xwe dixwaze di hedefe de ye. Ji ber ku jin mafê xwe dixwaze di hedefê de ye. Ji ber ku li hemberî tundiya polîs disekine hedef tê nîşandin. Ango ji ber ku di welat de jin e hedef tê nîşandan. Îro hemû polîtîkayên qirêj li ser jinan tên meşandin. Lêgerîna tazî yek ji mînaka vî tiştî ye. Me çi digot, me got lêgerîna tazî sûc e. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Demboriya wê tune ye. Li hemberî kê û li ku çê bibe teqez bi teqez divê hesaba wê bê pirsîn. Di îro de îktidara ku herî zêde îşkenceyê pêk tîne AKP ye. Em jin îro ji ber li hemberî vê disekinin, em tên girtin, qetil kirin û kuştin. Ji ber ku em rûmeta mirovahiyê diparêzin, ji ber ku em nasname, ked, beden û hebûna jinan diparêzin em hedef tên nîşandan.”

Têkoşîna jinan mezin dibe azadî nêz dibe

Koçyîgît di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî her cûreyê tundiyê ew ê di 8’ê Adarê li qadan bin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin li Stenbolê bimeşin, em tên astengkirin, em dixwazin li Îzmîrê bimeşin pêşiya me tê girtin. Jin li dijî tundiyê dadikevin qadan tên binçavkirin û bi îşkenceya polîsan re rûbirû dimînin. Çima? Ji ber ku ev îktidar dijminê jinan e. Îktidara ku ji jinan û azadiya jinan ditirse pêşiya me asteng dike. Em jin wê li dijî vê îktidarê serê xwe netewînin. Em ê li ber xwe bidin û têbikoşin. Wê ji welat re azadî û demokrasiyê jin bînin. Ew kesên ku ji me re dibêjin 3 zarokên çê bikin û hevserê xwe guhdar bikin û li hemberî gotina bavê xwe nesekînin, em ê mehkum bikin. Em jin wê gotina xwe bibêjin û azadiya xwe bînin. Heger ji bo vê berdelek bê dayîn jî em bi vê razî ne. Bila ev îktîdara vê wisa bizanibe. Em ji bedeldayînê natirsin. Lê bila ew bitirsin. Bila ji jinên ku li taxan, kolanan, fabrîkayan û bazaran li ber xwe didin bitirsin. Çimkî têkoşîn mezin dibe û azadî nêz dibe. Bila ji jinên kurd bitirsin, bila ji jinên elewî yên ku baweriya xwe diparêzin bitirsin. Jinên ku ji bo keda xwe li ber xwe didin bila bitirsin. Çimkî gotin, armanc, daxwazî û berxwedana me jinan heman e. Çi bibe bila bibê em ê vê têkoşînê bidomînin.”

Bernameya 8’ê Adarê ya TJA’yê wiha ye:

1- Di adarê de li Tirkiyeyê û li hemû bajarên Kurdistanê bi awayekî bi îhtîşam em 8’ê Adarê pêşwazî dikin.

2- Li Tirkiyeyê roja 8’ê Adarê bi sazî û platformên jinan em ê fînala 8’ê Adarê bi hev re pêk bînin.

3- Em ê li Kurdistanê li Amed û Wanê bi fînala du mîtîngên mezin ên 8’ê Adarê pêk bînin.

4- Ji 1’ê Adarê dest pê dike li hemû bajaran bi temamiya hefteyê meşên jinan, şahiyên 8’ê Adarê yên jinan, belavok, xebata belavkirina qurnefîlan, şanîdana sînevîzyonan di der barê 8’ê Adarê de, panel, semîner, li parqan hevdîtina bi jinan re, xebata li malan, em ê li taxan hevdîtina bi jinan re pêk bînin.

5- Klîba me ya 8’ê Adarê jî tê de ji yekê zêdetir çalakiyên çandî bi şahî û bi têkoşînê em ê di 8’ê Adarê de fînala wê pêk bînin. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar