Ji bo protestokirina biryara hikûmeta Narendra Modî ya ku şert û mercên karkeran xerab dike, li ser banga 12 sendîkayan 200 milyon karkeran li Hindistanê dest ji kar berda. Greva giştî li Hindistanê bandorekê mezin kir
Li dijî qanûna hikûmeta Narendra Modî ku şert û mercên karkeran xerab dike, li ser banga 12 sendîkayan 200 milyon karkeran dest bi greva giştî kir. Di çarçoveya grevê de di roya duyemîn de qismeke xebatên veguhastin, bazirganî û banqeyan hate rawestandin. Çalakiya rawestandina xebatê, di serî de paytext Delhiya Nû, bandoreke mezin li ser hemû bajarên Hindistanê kir.
Li gorî agahiyên ji rayedar û çapemeniyê, grev ji hêla 12 sendîkayên ku li eyaletên Kerala (başûr), Bengal (rojhilat), Odisha (rojhilat), Marashtra (rojava), Karnataka (başûrêrojava) û Delhî (bakur) yê bihêz û herî kêm 200 milyon endamên wan hene, hatiye destpêkirin. Li paytext Delhiya Nû jî bi sedan karkeran li ber parlamentoyê çalakî li dar xist û ji parlamenteran xwestin ku li dijî polîtîkaya kar û xebatê ya hikûmetê derkevin.
Sedema protestoyan
Yekitiya Sendîkaya Hindistanê ku yek ji sendîkayên organîzator ên grevê ne, ragihand ku çalakiyên protestoyî li dijî bêkariyê, polîtîkayên hikûmetê yên zemên ji bo xurek û pêdiviyên din ên jiyanî û astengkirina mafên sîgortaya tenduristiyê yên xebatkaran hatine destpêkirin.
Bi qanûna Modî re çi diguhere?
Li gorî nûçeya di malpera Asia Newsê de, bi vê qanûnê re mafê naskirin û nênaskirina sendîkayan êdî li gorî keyfa hikûmetê dimîne. Bi vê qanûnê re pêvajoya bazarê ya di navbera hikûmet, karker û kardêran de jî bi awayekî fiîlî radibe. The Telegraphê jî di nûçeyekê de cih da nêrînên sendîkavanan û wiha got: “Sendîka dibêjin ku li gorî qanûna berê, ji bo ku kargehên ku ji 100’î zêdetir karkeran dixebitînin bikarin xebatkaran ji kar derxînin, ji bo ku dewlet erê bike neçar diman ku pêvajoyeke demdirêj a burokrasiyê bimeşînin. Lê hikûmeta Modî ji bo di dema krîza aboriyê de destê kardêran xurt bike, destûr da ku kargehên ji 300 karkeran kêmtir karkeran dixebitînin bêyî destûrê ji dewletê bixwazin dikarin ji kar derxînin.
Di heman demê de karker dixwazin ku qanûna ewlehiyê ya sîgortaya wan a tenduristiyê û mafên wan ên teqawitbûnê diparêze bê erêkirin û di sektora veguhastinê de jî mûçeyê kêmtirîn bibe 24,000 rupî (nêzî 300 euro).