Navenda Nûçeyan
Li bajarê Bhandra yê eyaleta Maharashtra ya Hindistanê, agir bi beşa jidayikbûnê ya nexweşxaneyekê ket û 10 zarokên ku temenê wan ji çend rojî heta 3 mehî jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran diyar kirin ku ew hîn sedema şewatê nizanin.
Xebatkarên nexweşxaneyê, 7 piştikên nû ji dayik bûn, ji şewatê rizgar kirin.
Doktorekî li nexweşxaneyê got ku sedema şewatê hîn nayê zanîn, personelên wan heta ji wan hatiye şewat zû vemirandine
Hat ragihandin ku alarma şewatê ji aliyê hemşîreyan ve zû hatiye lêdan, lewma tîmên arkujiyê beriya ku şewat bigihêje beşên din ên nexweşxaneyê vemirandine.
Rayedaran diyar kirin ku têkildarî sedema şewatê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li Hindistanê di sala 2011’an de agir bi nexweşxaneyeke li Kalkutayê ketibû û 90 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.