Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi piştgiriya HSD, YPG û YPJ’ê di 28’ê Adarê de ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ ya ji bo paqijkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ’ê, dabû destpêkirin. Operasyona ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye destpêkirin didome.
Yekîneyên Antî Terorê (YAT) duh bi şev saet di 01:30’î de avêtin ser gelek noqteyan. Di operasyonê de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin ku yek ji wan jin e.
Di operasyonê de malzemeyên teknîkî jî hatin bidestxistin. HESEKÊ