Navenda Nûçeyan
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a 22 sal cezayê zindanê lê hat birîn, hat girtin û ew şandin girtîgehê. HDP û DBP’ê û aktîvîstên TJA’yê li gelek navendan cezabirîn û girtina Guven bi daxuyaniyan şermezar kirin.
HDP’ê ya Amedê li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolûyê ya Amedê girtina Guven şermezar kir. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, nerdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Cîgirê hevserokên HDP’a Amedê Îrfan Soner daxuyanî da û wiha got: “Partiyên ku digotin heq, hiqûq, edalet hatin ser kar, niha rûyê xwe yên rastin nîşanê raya giştî didin. Rûye wan ê rastî ev e. Girtin, lêdan, îşkence, bin pê kirina mafê mirovan, tunekirina sazî û dezgeyan e. Em jî wek HDP di serî de çawa li hemberê zilm û zordariya we, me qet sere xwe dananî. Ji niha pêda jî em ê serê xwe daneynin.
Hûn çi dikin bikin, em ê li derve jî û li zindanê jî siyaseta xwe berdewam bikin. Bi siyaseta xwe em ê we têk bibin. Di serî de Leyla Guven û hemû siyasetmedarên me yên girtî, rûmeta me û rûmeta gelên me ne. Em wekî HDP herdem destek bidin wan û şopdarê rêya wan bibin.”
‘Em ê paş ve gav neavêjin’
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û destnîşan kir ku ew bi têkoşîna xwe serbilind in û ev tişt anî ziman: “Nijadperest bixwazin me bi girtinan ji siyasetê paş ve bixin jî lê em ê paş ve gav neavêjin. Armanca wan bêdengkirin û stûxwarkirina me ye. Lê ev têkoşîna 40 salî her ku diçe xurttir dibe.”
Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî wiha got: “TJA serê xwe li ber dewlet û zilaman natewîne. Me hezar car got û em ê hezar carê din jî bêjin; em jinên kurd serê xwe li ber we natewînin.”
Şirnex
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya HDP’a Silopiyayê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr û Ayşe Surucu, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP’ê ya navçeya Navendî ya Şirnexê Zeynep Salgucak daxuyanî da û destnîşan kir ku kes nikaribe têkoşîn û berxwedana jinan bi polîtîkaya girtin û cezakirinê têk bibe.
Parlamenter Ayşe Surucu jî anî ziman ku zextên dewletê li ser siyaseta kurdan didome û wiha got: “Em dizanin dê Leyla Guven li hundir û derve jî têkoşîna xwe bidomîne. Em ê jî li derve têkoşîna Leylayan bidomînin.”
Mêrdîn
HDP’a Mêrdînê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Endama Meclisa HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê li ber van polîtîkayên zextan ên dewletê serî netewînin û gotinên Guven bi bîr xist û got ku ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.
Wan
HDP’ê ya Wan û navçeya wê Erdîşê jî girtina Guven li ber avahiya HDP’a Erdîşê şermezar kirin. Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag û Muazzez Orhan û rêveberên HDP’ê beşdar bûn û daxuyanî hat dayîn û girtina Guven şermezar kirin.
Edene
HDP’ê ya Bajêr a Edeneyê jî li avahiya HDP’ê ya navçeya Çûkûrovayê daxuyanî da. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş destnîşan kir ku cezakirin û girtina Guven têkçûna hiqûqê ye û anî ziman ku dê faşîzm li hember berxwedan û têkoşîna wan têk biçe û siyaseta wan bi serbikeve.
Hatay
Her wiha HDP’a Hatayê jî li navçeya Îskenderûnê girtina Guven şermezar kirin. Hevseroka HDP’a Îskenderûnê Hulya Ateş daxuyanî da û gotinên ‘Li hundir jî li derve jî ez ê siyasetê bidomîn im’ ên Guven bi bîr xist û dê nîşanî dost û dijmin tev da ku dê nikaribin wê li zindanê jî bitepisînin û got ku Guven vîn û nûnera wan e û kes nikare wê dîl bigire.