Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Îdir û Sîdekanê 14 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî zilm û îşkenceya ku hêzên dewleta tirk li dayikên kurd kirin, çalakî pêk anîn. Li Îdir û Sîdekanê di çalakiyan de 14 leşkerên tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên li Îdir û Sîdekanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku ji bo bersivê bidin êrîşên dewleta tirk ên li hemberî dayikan çalakî lidarxistine û di çalakiya li ser girekî li ber Qereqola Aydinlar a Îdirê de wesayîteke leşkerî xistine kemîne, 11 leşker hatine kuştin û 10 leşker jî birîndar bûne. HPG’ê da zanîn ku di vê çalakiyê de tu windahiyên wan çênebûne.

Li Sidekanê 3 leşker hatin kuştin

HPG’ê destnîşan kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di 24’ê nîsanê piştî nîvro saet 14:00 de gerîlayan li ser Girê Kevortê yê li bajarokê Sîdekanê yê Başûrê Kurdistanê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên tik hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê gir ji aliyê balafirên şer ên dewleta tirk ve hatiye bombebarankirin û di êrîşa hewayî de tu zirar negihiştiye hêzên gerîla.

Her wiha HPG’ê ragihand ku di êrîşên hewayî yên Garê û Avaşînê de windahiyên gerîla nîne û xisara madî gihîştiye bax û baxçeyên gundê Gisê. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar