Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Li Îdirê 5 leşker hatin kuştin û 2 helîkopter hatin derbkirin

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li Îdirê li dijî konvoyeke leşkerî çalakî pêk anîn û di encama çalakiyê de herî kêm 5 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin. HPG’ê da zanîn ku dewleta tirk gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bombebaran kirine

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li başûr û bakurê Kurdistanê yên li dijî hêzên artêşa tirk berdewam in. Di vê çarçoveyê de hema hema rojane gerîla çalakiyên bi bandor pêk tînin û derbên giran li artêşa tirk dixin. Têkildarî çalakiyên dawî, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Îdirê çalekiyeke bi bandor pêk anîne.

HPG’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Serkeftinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê berdewam dike, di roja 1’ê gulanê saet di 12.20’an de li navçeya Başan a Îdirê li dijî artêşa tirk çalakiyeke berfireh pêk anîne. HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li dijî konvoyeke leşkerî ku li ser rêya Qereqola Aydinlarê bû, çalakî pêk anîne û kite kitên çalakiyê wiha parve kirin: “Hêzên me ji cihekî nêz ve li wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî xistin û wesayît êdî nekarî bilive. Li ser vê yekê hêzên dijmin bi helîkopterên bi tîpa Atakê xwestin êrîşî hêzên me bikin. Lê li ser mudaxaleya hêzên me, her du helîkopter bi giranî hatin derbkirin. Ji ber derbên gerîla, yek ji van helîkopteran neçar ma ku bi lezginî xwe li Qereqola Aydinlarê deyne. Aqûbeta helîkoptera din jî nayê zanîn.”

‘Windahiyên artêşa tirk bêhtir in’

Di berdewamê de jî HPG’ê ragihand ku piştî çalakiyê, artêşa tirk li ser qada çalakiyê û  herêma li derdorê bombebaraneke giran pêk aniye û wiha domand: “Piştre jî hêzên xwe ji qada çalakiyê vekişandin. Ji ber bombebaranê zirar gihaşt bax û baxçeyên gundiyan. Di encama çalakiya hêzên me de bi qasî ku hatiye tespîtkirin, 5 leşkerên dijmin hatine kuştin. Lê tê texmînkirin ku hejmara windahiyên artêşa TC a dagirker zêdetir in. Hêzên me di vê çalakiyê de zerar nedîtin.”

Êrîşên hewayî yên artêşa tirk

Têkildarî bombebarana artêşa tirk a di 1’ê gulanê de ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî HPG’ê ev agahî bi raya giştî re parve kirin: “Di danê nîvro saet di navbera 11:00-14:30’an de qada Xanturê ya Heftanînê, saet di 12:20’an de qada Mam Reşo ya Avaşînê, saet di navbera 22:00-23:00’an de jî derdora gundên Bokriskan, Enzê, Sulê, Qomta, Kuzine, gelê Bedrana, Girê Savaş, Girê Hîva, qadên Kortek, Karox û Kalatuka yên Qendîlê hatin bombebarankirin. Ji ber bombebaranê zirar negihaşt hêzên me. Lê belê xisar li bax û baxçeyên gundiyên Qendîlê çêbû.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar