PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Li Îdirê esnaf hindik mane dikanên xwe bigirin!

Esnafên Bazara Ûris a Îdirê, destnîşan kirin ku berpirsiyarê krîza aborî hikûmet e û gotin ku êdî nikarin deynên xwe jî bidin û ger wiha dewam bike ew ê dikanên xwe bigirin

Krîza aborî, pişta esnafan şikandiye. Li Îdirê jî esnafên Bazara Ûris, destnîşan kirin ku êdî nikarin kar bikin û gotin ku berpirsiyarê vê krîzê hikûmet bixwe ye. Esnafê 23 salan Tûran Îlhan ku li bazarê amûrên malan difiroşe, destnîşan kir ku ji ber siyaseteke çewt krîz rû daye. Îlhan bilêv kir ku çavkaniya aboriyê ya Îdirê kesên ji Nahciwan, Îran û Ermenîstanê tên bixwe ne û wiha got: “Kesên ji van welatan tên ji ber her tişt biha bûye wekî ebrê tiştan nakirin. Ev yek tesîrê li me dike. Çimkî em esnaf bi saya van kesan debara xwe dikin. Lê ji ber her tişt biha bûye kes tiştekî nakire. Ger wisa dewam bike wê esnafên Îdirê top bavêjin.”

‘Berpirsiyar hikûmet e’

Esnaf Adem Dokçû jî destnîşan kir ku karê wan nabe û ji ber pere bi welatiyan re tune ye kes danûstendinê nake. Dokçû wiha got: “Tişta par me bi 10 lîreyan dikirî îsal em bi 20-25 lîreyan dikirin. Mirov jî nikarin bi vî fiyetî bikirin. Ji ber kar tune ye, em rûniştîne û dendikan dixwin. Rewşa esnafan ne tu rewş e. Sedema vê polîtîkayên hikûmetê ye. Êdî em nikarin deynên xwe jî bidin.”

‘Em ê dikanên xwe bigirin’

Esnaf Îsmaîl Yaşar jî destnîşan kir ku her tişt ji sedî 50 biha bûye û wiha got: “Tişta du sal berê me bi 15 lîreyan dikirî îsal em bi 20 lîreyî dikirin. Bi bihabûna dolar re her tişt jî biha bû. Dolar kêm bû lê fiyet wekî ebrê ne. Em nikarin heqê çekên xwe jî bidin. Ger wiha dewam bike em ê dikanên xwe bigirin.” ÎDIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar