Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Îdirê gel tifaqa xwe çêkiriye

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş, îtifaqa ku AKP-MHP û Partiya ÎYÎ’yê çêkirine nirxandin û gotin: “Jixwe gel tifaqa xwe çêkiriye.”

HDP’a Îdirê tevî namzetên Hevşaredariya Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş ji bo hilbijartina 31’ê Adarê dixebite. Piştî eleqeya gel a ji bo namzetên HDP’ê derket holê, AKP-MHP û Partiya ÎYÎ’yê tifaq çêkirin.

Namzetên HDP’ê yên hevşaredariyê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş têkildarî xebatên hilbijartinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. Eylem Çelîk diyar kir ku ji roja ew bûne namzet heta niha ew kuçe bi kuçe, tax bi tax digerin û gel serwext dikin. Çelîk, anî ziman ku gel guh nade tifaqa hatiye çêkirin û jixwe gelê îdirê di nav xwe de tifaqek çêkirine. Çelîk got: “10 sal in em şaredariya vir bi rê ve dibin. Gel dibîne û loma nêz dibe. Wexta em dertên derve eleqeyeke zêde ya azerî, terekem û tirkan ji bo me heye. Em bi vê yekê kêfxweş dibin. HDP, bi polîtîkaya xwe herkesî dihebîne. Partiyên din çi dibêjin bila bibêjin gel hay ji şaredarîvaniya me heye. Herkes dizane ku HDP herkesî dihebîne. Partiyên din hemû bibin yek jî wê tu tişt neguhere.”

Çelîk destnîşan kir ku AKP-MHP û Partiya ÎYÎ’yê di ser HDP’ê re êrîşî gelên îdirê dike û got: “Bi zimanê xwe yê cihêkar êrîşî tevahiya Tirkiyeyê dikin. Îdirê çi qasî tev li hev dikin bila bikin, wê kurd, tirk, azerî û terekeme bi hev re bijîn. Bi hev re dizewicin, diçin taziyên hev, diçin dawetên hev. Di rojên xirab û rojên baş de li cem hev in. Di navbera gelan de tu pirsgirêk tune ye. Herkes bi rêzgirî nêzî çanda hev dibe. Li kuçe û kolanan silavê didin hev. Li heman qahweyê rûdinên, li ser heman maseyê çay vedixwin. Bawer im Meral Akşener, di heyata xwe de Îdirê nedîtiye. Hay ji yekîtiya gelan tune ye.”

Namzet Yaşar Akkûş jî diyar kir ku partiyên îktîdarê ji bo qoltixê tim polîtîkaya cihêkariyê dixin dewrê. Akkûş, anî ziman ku di warê şaredariyê gel bi hev re tev digerin û bersivê didin. Akkûş, anî ziman ku ew li gor paradîgmaya HDP’ê tev digerin û ji bo bi hev re bijîn tev digerin.

Li dijî tifaqa faşîst tifaqa gelan

Akkûş, diyar kir ku AKP, MHP û Partiya ÎYÎ’yê li dijî kurdan tev digerin û got: “Jixwe Akşenerê bi awayekî aşkere bilêv kir. Mantiqa daxuyaniya AKşenerê ev e’ bila ne kurd bin, kî dibe bila bibe.’ Wekî hilbijartin a kurd û azeriyan be, cihêkariyê derdixin holê. Lê a dikeve ser milê me ew e ku em vê yekê pûç bikin. Di vî warî de em biryardariya kurda a ji bo ÎDirê dibînin. Em li bendê ne lu civaka azerî bersiveke mezin bide. Em dixwazin gelê azerî menûniyeta xwe ya ji rêveberiya me ya 10 salan di sindoqaê de jî nîşan bde. Me ev yek di xebatên hilbijartinê de dît. Kurd, azerî û gelên me yên din di refa pêş de ne. Bi vî awayî tifaqa AKP-MHP û Akşenerê pûç dikin. Em ê li Îdirê bi ser bikevin û wê tifaqa wan pûç bike.” ÎDIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar