Gerîlayên HPG/YJA Starê li qada Kirê Kor ê Îdirê li dijî artêşa tirk çalakiyek li darxistin û tespît bûyî leşkerek hatiye kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa tirk daxuyaniyeke niviskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de hat parvekirin ku artêşa tirk ev dmeke li qada Kirê Kor ê Îdirê xef û kemînan datîne. HPG’ê aşkera kir ku hêzên wan van yekîneyên artêşa tirk xistine bin kontrola xwe, şopandine û di çarçoveya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger ku li Eyaleta Serhedê didome çalakiyek li darxistine. HPG’ê diyar kir ku di 20’ê çileyê saet 14.45’an de derbeke serkeftî li yekîneya artêşa tirk hatiye xistin û tespîtbûye ku leşkerek hatiye kuştin. HPG’ê destnîşan kir ku piştî çalakiyê artêşa TC’yê qad bombe kiriye.
Êrîşa hewayî li ser qadên gerîla
HPG’ê di berdewamî da zanîn ku di 22’yê çileyê seat 18.10’an de balafirên şer ên artêşa tirk li herêma Avaşînê ya Qadên Parastinê ya Medyayê qada Werxelê û Girê Karal bombe kirine. Di herdu bombekirinan de tu ziyan negihaye ser hêzên wan.
Agahiyên nasnameya gerîlayê şehîdbûyî
Her wiha HPG’ê di daxuyaniya xwe de nasnameya gerîlayekî ku şehîd bûye jî aşkera kir. HPG’ê aşkera kir ku di 21’ê çileyê saet 19.45’an artêşa tirk qada Şehîd Kendal a Qilebanê ya Şirnexê bombe kiriye û di vê êrîşê de hevalê wan Armanc Zîlan şehîd bûye.
HPG’ê agahiya nasnameyê ya gerîlayê şehîd bûye jî wiha aşkera kir; Nasnav: Armanç Zîlan, Nav û Paşnav: Fatîh Bagdû, Cihê Jidayikbûnê: Êlih, Navê Dayik û Bav: Mîne – Beşîr, Cih û Diroka Şehadetê: Qileban / 21’ê çileya 2019’an.
HPG’ê derbarê gerîlayê xwe yê şehîd jî ev tişt parve kir: “Hevrê Armanc ku 1982’an li Bişêriya Êlihê jidayik bûyî. Di sala 2015’an tevli nav refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûye. Dema ku zewicî bû û bavê 3 zarokan bû tevli nav refên gerîla bû. Li her qada ku peywir lê dikir, bi karakterê xwe yê kedkar, fedekar û xwerû di dilê hevrêyên xwe de cihê xwe girtiye. Hevrê Armanc ku her demê hewl dide ku di felsefeya Rêbertî û gerîlatiyê de kûr bibe, şert û merc çi dibin bila bibin, ji vê nêzîkatiya xwe nehatiye xwarê û tim xwe perwerde kiriye. Ji ber vê şehîdbûnê di serî de serê malbata hêja ya Bagdû em sersaxiyê ji gelê welatparêz ê Êlihê û Kurdistanê re dixwazin û em sond dixwin ku emê ala azadiyê ya ku hevalê me Armanc li pey xwe hiştiye heta binserfiraziyê hilgirin.” BEHDÎNAN