Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Îdirê xebatên hilbijartinê jin bi rê ve dibin

Li Îdirê jinên kurd, terekeme, azerî û tirk ku xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bi rê ve dibin, gund bi gund, tax bi tax digerin û behsa projeyên HDP’ê dikin

Ji hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê re 8 roj man. Her ku hilbijartin nêz dibe partiyên siyasî jî xebatên xwe bi lez dikin. Li Îdirê jî jinên kurd, terekeme, azerî û tirk ku xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bi rê ve dibin, gund bi gund, tax bi tax digerin û behsa projeyên HDP’ê dikin.

Ozlem Torzûk ku li gundan ji bo hilbijartinê dixebite, diyar kir ku hema bêje wan xwe gihandiye her kesî û wiha got: “HDP qîmetê dide jinan, ciwanan, kedkaran, xweza û ekolojiyê. Ji bo me qîmeta dengekî pir girîng e. Loma em qadê vala nahêlin. Li gundan hema bêje mal nema em nûçûnê.”

Nêzîkatiya HDP’ê ya li hemberî jinan cuda ye

Dayika 2 zarokan Abîde Akkûş ku her sibeh daxilî xebatan dibe, li taxan belavokên HDP’ê belav dike û behsa projeyên HDP’ê dike. Akkûş anî ziman ku HDP bi awayekî  cuda nêzî jinan dibe û wiha domand: “Mesela wexta em li partiyên din dinerin, em jinan li qadan nabînin. Hejmara jinan pir kêm e. Jinên li dijî feraseta baviksalarî dertên qebûl nakin. Lê HDP qîmeteke mezin dide jinan. Em bawer dikin ku dê HDP bi ser bikeve.”

‘Guherandina pêvajoyê di dest me de ye’

Jina bi navê Gulnûr Ozturk ku zarokên xwe datîne cem cînaran û tev li xebatên HDP’ê dibe, da zanîn ku ew bi eslê xwe azerî û ji bo pêşeroja zarokên xwe li cem HDP’ê ye û ev tişt anî ziman: “Hevjînê min kurd e. Ez azerî me. Li vir em û gelên din bi hev re dijîn. Li vir em kurd, tirk û terekeme bi hev re dixebitin. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Em cih nedin tiştên xirab. Em wekheviyê, yekitiyê hînî zarokên xwe bikin. Guherandina vê pêvajoyê di dest me jin û dayikan de ye. Ji bo jiyaneke wekhev em HDP’ê hilbijêrin.”

Hemû civak di nav HDP’ê de cih digirin

Evrîm Ablaka ji Enqereyê diyar kir ku ji sala 2015’an ve li Îdirê ye û li Îdirê bi saya HDP’ê hay ji çanda kurdan çêbûye. Ablak destnîşan kir ku HDP behsa hemû gelan dike û ji ber vê ew di HDP’ê de cih digire û wiha got: “Hevseroka me terekeme ye. Elewî, çerkes, karker, kedkar û bindest hemû di rêziknameya partiyê de cih digirin. Ev yek di pratîkê de jî xwe nîşan dide. Em ê bi awayekî xurt bi ser bikevin. Wexta em xwe digihînin jinan ez xwe azad hîs dikim. Di civaka me de jin bi şîdet û çewisandinê re rû bi rû dimînin. Ji bo ev şîdet û çewisandin bi dawî bibe em jin di bin banê HDP’ê de tên gel hev.” ÎDIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar