Navenda Nûçeyan |
Li navçeya Seraqîb a Idlibê ku şer lê giran e, balafirek hate xistin. Lê belê aşkera nebû ku balafireke çawa ye û ya kê ye.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA, Rûssîa Todays û Spûtnîk ên Rûsyayê ragihandin ku balafira hatiye xistin balafireke keşfê ya artêşa tirk e.
Ajansa fermî ya dewleta tirk, Ajansa Anadolû (AA) îdîa kir ku balafira hatiye xistin balafireke şer a Sûriyeyê ye, lê belê ajansê nûçeya xwe piştre ji malperê vekişand.
Hin çavkaniyên nêzî çeteyên dewleta tirk jî îdîa kirin ku balafira hatiye xistin balafireke bi tîpa L-39 a Sûriyeyê ye. Hin çavkaniyan jî îdîa kirin ku balafira hatiye xistin balafira keşfê ya Orlon-10 a Rûsyayê ye.
Lê belê çavkaniyên ANF’ê yên li herêmê jî ragihandin ku balafira hatiye xistin balafireke bêmirov a bi çek a dewleta tirk e.
Rêveberiya Sûriyeyê jî ragihand ku qada hewayî ya li bakur û rojavayê Sûriyeyê bi temamî hatiye girtin û balafirên li herêmê bifirin wê bên xistin.