Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li Idlibê herî kêm 40 leşkerên rejîmê hatin kuştin

Vê sibê komên çete yên dewleta Tirk li Idlibê êrişeke mezin pêk anîn. Ajansa SANA a rêjîma Sûrî diyar kir ku êriş bi erebeyên bombebarkirî hatiye kirin. Rayedarên Rûsyayê jî ragihandin ku di êrişê de 40 eskerên Sûrî hatin kuştin û 80 jî birîndar bûn.

Şerê li Idlibê yê di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û komên çete yên girêdayî dewleta tirk de her ku diçe girantir dibe. Di vê çarçoveyê de ji duh ve balafirên şer ên Rûsyayê û helîkopterên şer ên artêşa rêjîma Sûriyeyê bi dijwarî çeperên komên çete yên li derdora Idlib û Helebê bombebaran dikin.

Têkildarî mijarê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye daxuyaniyek da û diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de nêzî 400 êrîşên hewayî hatine kirin.  Komên çete yên girêdayî dewleta tirk ku ji ber êrîşa balafiran di rewşeke tengav de ne, vê sibê bi ser navendên artêşa Sûriyeyê de girtin.

Li gorî agahiyan, êrîşa çeteyan a îro yek ji êrîşên herî dijwar ên demên dawî ye. Navenda Lihevkirina Rûs ku li baregeha leşkerî ya Hûmeymîm dimîne têkildarî encamên êrîşê daxuyaniyek parve kir. Li gorî agahiyan, di encama êrîşê de 40 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin û 80 jî birîndar bûne.

Ajansa Fermî a Sûriyeyê SANA’yê jî êrîşa çeteyan piştrast kir lê têkildarî encamên êrîşê agahî nedan. IDLIB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar