Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Idlibê rewşa jin û zarokanên erdhejzede

Zarok û jinên ku di erdheja Idlibê de mexdûr bûne nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Piştî erdhejê heta niha tu alîkarî ji me re nehatiye pêşkêşkirin, ji lewra em di çol, zêvî û çiyayan de dijîn.”

Di 6’ê sibatê de li bakurê Kurdistan û Sûriyeyê erdhejek pêk hat ku gelek mirov jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û di bin kawilan de man. Piştî erdhejê li gelek welatan alîkarî ji mexdûrên erdhejê re hatin şandin, lê belê hikûmeta Sûriyeyê û dewleta tirk wan alîkariyan nedidan mexdûrên erdhejên. Di heman demê de gelek ekîbên ku ji bo alîkariyê hatibûn şandin, ji aliyê dewletan ve rastî astengiyê man û ev yek bû sebeb ku gelek kes di bin kawilan de jiyana xwe ji dest bidin. Yek ji wan cihan ku di erdhejê de rastî zehmetiyan hatin gelê Idlibê bû. Bi dehan malbatên li Idlibê dijîn ji ber rewşa erdhejê dem û wextên zehmet dijîn. Cih nîne biçin, ji lewra gelê Idlibê di bin dar, zevî û cihên çiyayî de dijîn. Di derbarê erdhej û zehmetiyên ku jiyan dikin zarok û jinên Idlibê nêrînên xwe parve kirin.

‘Piştî erdhejê, ji ber nebûna alîkariyê di zêviyên çandînî de dijîm’

Rîm Fetrawî 33 saliye penabera li bajarê Selqînê, niştecihê rojavayî Idlibê bûye, ew û 3 zarokên xwe ji ber erdhejê li ser erdê radizên ku êdî nikarin di mala xwe de bijîn nêrîna xwe wiha parve dike: “Piştî erdhej pêk hat em ji mala xwe derketin. Ji bo ewlekariyê em di nava zêviyên çandiniyê de dijîn. Piştî erdhejê ez nikarim maleke baştir ji bo jiyaneke bi ewle û aramtir peyda bikim. Her wiha rewşa jiyanî û aborî bandor li me dike ku em malek din kîra bikin, ji ber keraset berê jî hebû. Em îro neçarin ku di nava vê sermê de li çol û zêviyan bijîn. Heta niha me tu alîkariyên mirovî wernegirtiye, ji bilî çend xwarinên amade li hin navendên tên zanîn. Di dawiya salê de hevjinê min jî di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, niha ez û zarokên xwe tenê mane.”

Piştî ku mala wan di bin çemê de ma derbasî çiyayan dibin

Xezel El-Safî 38 saliye ji niştecihên gundê El-Teilûl a Rojavayê Idlibê ye piştî erdhejê rewşa ku jiyan kiriye wiha tîne ziman: “Piştî erdhejê mal û gundê me di bin çemê Asî de ma û em û gelek malbat ji ber vê rewşê derbasî çiyayan bûn. Piştî erdhejê em niha di şert û mercên giran re derbas dibin ku êş û trajediyek mezin bi xwe re ava kir. Piştî erdhejê çemê asî herikîna xwe guhert û beşek mezin ji gund di bin avê de ma. Piştî erdhejê tu alikariya mirovî ji me re nehat pêşkêş kirin. Piranî kesên ku ji erdhejê bandor bûne tenê bi cilên li ser xwe derketin. Niha bi erdhejê re rewşa mirovahî gelek zehmet e. Erdhej tenê bandor li jin û malbatan nekir, li kêlek wê bandor li zarokan jî kir ku gelek zarok piştî erdhejê sêwî man. Gelek zarok dayik û bavên xwe di bin kavilan de winda kirin.”

Dayik û bavê xwe di erdhejê de winda kir

Ji aliyekî din ve, bandora karîset ne li ser malbat û jinan tenê bû, erdhej bi dehan zarokên sêwî li pey xwe hiştin ku wan dê û bavên xwe di bin kavilan de winda kirin ew jî winda bûn di siya nebûna aliyên peywendîdar ku piştgiriya wan bike. Zaroka bi navê Rexed Abdul Munim14 saliye ji gundewarê Şamê penaber bûye, tevî du birayên xwe li navendekê di kampa bajarokê Atma ya sînorî li bakurê Idlibê dijî piştî dê û bavê wan bin kavilan de mirin wiha dibêje: “Ez nizanim kuve biçin, xizmên me li vir nînin. Piştî ku min dayik û bavê xwe winda kir niha berpirsiyartiya her du birayên min ên biçûk li ser min ma. Dema erdhej pêk hat ez di xew de bûm û li ser dengên bilind û bi tirs ez şiyar bûm. Ji bilî toz û dîwarên rûxandî min tiştek nedît. Dayika min li kêlek mîn bû, lê deng jê nedihat, piştî demekê tîmên hawarçûnê em rizgarkirin û derbasî navendê kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar