Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Perşembe - 29 Ağustos 2024

Li Îmraliyê hevdîtina malbatan jî hat qedexekirin

Derket holê ku hevdîtina malbatan a bi Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê jî bi hinceta ‘cezayê dîsîplînê’ hatiye qedexekirin

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin didome û bi vê re jî her diçe tecrîda li Îmraliyê girantir dibe. Ji 15’ê adara 2015’an heya niha tenê di 5’ê hezîran, 12’yê tebaxa 2019’an û 2’yê adara 2020’an de hevdîtina malbatan pêk hat. Hevdîtina dawî piştî şewata li Îmraliyê di 2’yê adarê de pêk hatibû.

Ji 2’yê adarê ve tu serlêdaneke malbatan bi awayekî erênî nehatiye bersivandin û derket holê ku di 30’yê îlonê de bi hinceta ‘cezayê dîsîplînê’ hevdîtina malbatan jî hatiye qedexekirin.

Hincet nayê zanîn

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica diyar kir ku malbata Ocalan û malbatên girtiyên din her hefte bi awayekî bi rêk û pêk serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin lê belê ji zû ve ye hevdîtin nehatina bersivandin.

Sarica diyar kir ku çi erênî çi jî neyînî heger bersiv neyê dayîn bi awayekî fîlî tê wateya redkirinê lê belê heya niha bi awayekî nivîskî tu bersiv nehatine dayîn û wiha got: “Di 4’ê kanûnê de serlêdana dawî ya malbatê hat redkirin. Derbarê vê serlêdanê de bersiv hat. Di besivê de behsa cezayên dîsîplînê tê kirin. Ji ber ku me naveroka dosyeyê nedîtiye em nizanin ka hincet çi ye.”

Piştî 2 mehan pê hesiyan

Di axaftina xwe de Sarica da zanîn ku serlêdanên malbatan ên sala 2020’an cara ewil bi hinceta ‘cezayê dîsîplînê’ hatine redkirin û piştî du mehan bi vê yekê hesiyane, lewra mafê wan ên îtîrazê jî nemaye.

Sarica anî ziman ku ji zû de ye cezayên dîsîplînê yên li muwekîlên wan tên birîn ji wan tên veşartin û sedema vê jî ew e ku ew nikaribin di wext de îtîraz bikin.

Îtîraz hatine redkirin

Parêzer Sarica diyar kir ku di 5, 12 û 28’ê cotmehê de ji bo serlêdana malbatan serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dane û da zanîn ku çendî li ber hevdîtina malbatan tu astengî tune bû jî lê belê cardin pêk nehatiye.

Sarica destnîşan kir ku ji bo retkirinê tu referanseke qanûnî li holê tune ye û wiha domand: “Jixwe me bi delîlan serî li dadgehê da ku me serlêdan kirine. Me diyar kir ku meqama erkdar dadgeh e û me erka wê ya lêkolînê bi bîra wê xist. Lê belê dadgehê xwe neda ber biryarê û serlêdanên me red kir. Ev jî nîşan dide ku daraz û îdare bi fermanên kesekî tên kirin.”

Awayê pergala tecrîdê

Her wiha Sarica anî ziman ku gava di meha cotmehê de ji bo hevdîtinê serî li dadgehê dane, pê hesiyane ku di 30’yê îlonê de derbarê hevdîtina malbatan de jî cezayê dîsîplînê hatiye birîn lê belê ev yek teblîxî wan nehatiye kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gava lêpirsîna dîsîplînê bê destpêkirin, diviyabû haya me pê bixistana. Lê belê gava em li vê pêkanînê dinêrin, em careke din jî dibînin ku bê pergala tecrîdê ya Îmraliyê çawa tê birêvebirin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar