Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Li Îran û Rojhilat 24 bajar li ser piyan e

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku ji bo protestokirina kuştina Jîna Emînî li 24 bajarên Îranê çalakiya grevê hatiye destpêkirin û ev agahî hatin parvekirin: “Di encama êrîşên ser çalakiyan de 3 kes hatin kuştin, 221 kes birîndar bûn û 250 welatiyên kurd jî hatine revandin.”

Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw ku li Îranê xebatên xwe dike, têkildarî kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî ku ji hêla ‘polîsên exlaqê’ yên rejîma Îranê ve hatibû kuştin agahiyên nû parve kirin. Hengaw’ê da zanîn ku di grev û çalakiyên 19’ê îlonê de herî kêm 3 welatî ji hêla polîsên rejîmê ve hatin kuştin, 221 welatî birîndar bûn û zêdetirî 250 kurd jî ji hêla rejîma Îranê ve hatine revandin. Li gorî Hengaw’ê; greva ku di 19’ê îlonê roja duşemê de li bajarên kurdan dest pê kir niha li 24 bajarên din berbelav bû û li 13 bajarên din jî çalakiyên girseyî dest pê kirin.

Li gorî agahiyên ku Hengawê parve kirine; greva giştî li bajarên weke Îlam, Abdanan, Malekshahi, Kirmanşah, Ravansar, Javanrud, Paveh, Kamiyaran, Sanandaj, Dehgolan, Qorveh, Marivan, Seqiz, Baneh, Divandare, Bijar, Piranşar, Sardasht, Mahabad, Bukan, Tekab, Ûrmiye, Oshnavyeh û Quturê bibandor bû. Hat ragihandin ku tevî gefên hêzên rejîmê jî welatiyan di biryara xwe de bi israr bûn û dev ji biryara giştî bernedan. Ji bilî saziyan, gelemperiya welatiyan di malên xwe de man û piştgirî dan biryara grevê.

221 kes birîndar bûn

Li 13 bajaran jî çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Li bajarên rojhilatê Kurdistanê yên Dîvandare, Seqiz, Baneh, Merîwan, Sanandaj, Kamiyaran, Dehgolan, Bijar, Qorveh, Tekab, Mahabad, Serdeşt û Bûkanê gel daket kolanan. Di encama gulebaran a polîsan de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 221 welatî jî birîndar bûn. Hat zanîn ku welatiyê bi navê Mohsen Mohammadî li bajarê Dîvandareyê, Reza Lotfî yê 25 salî li Dehgolanê û Fereydoun Mahmoudî jî di çalakiyên li bajarê Seqizê de hatin kuştin.

Hengawê têkildarî kuştî û birîndaran de ev agahî parve kirin: “Li bajarê Dîvandereyê kesek hat kuştin û 4 jê ciwan bi giştî 33 kes birîndar bûn. Li bajarê Seqizê kesek hat kuştin û 16 jê jin, 4 jê zarok bi giştî 37 kes birîndar bûn. Li bajarê Bangehê 10 jê jin û 6 jê zarok bi giştî 40 kes birîndar bûn. Li bajarê Mahabadê 8 jê jin û 7 jê ciwan û zarok bi giştî 23 kes birîndar bûn. Li Bûkanê 4 jê jin û 3 jê ciwan bi giştî 17 kes birîndar bûn. Li bajarê Sanandajê 6 jê jin bi giştî 14 kes birîndar bûn. Li Mêrîwanê 5 kes birîndar bûn. Li bajarê Dehglanê kesek hat kuştin û 16 kes birîndar bûn. Li bajarê Bijar û Grup’ê 9 kes birîndar bûn. Li bajarê Kamiryanê 11 kes birîndar bûn. Li Tekabê 3 jê jin bi giştî 7 kes birîndar bûn.” Hat destnîşankirin ku rewşa hinek welatiyên birîndar giran e.

Herê kêm 250 kurd hatin revandin

Li bajarên navborî yên çalakî lê hatine lidarxistin herî kêm 250 welatiyên kurd ji hêla hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve hatin revandin û nasnameya 30 welatiyan ji hêla Hengawê ve hatin piştrastkirin.

Hengawê da zanîn ku dê deng û dîmenên çalakiyan ji hêla komên hiqûqê ve bên lêkolînkirin û piştre jî têkildarî mijarê bi gel û çapemeniyê re agahiyan parve bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar