Navenda Nûçeyan |
Berdevkê Wezareta Tenduristî ya Îranê Dr. Kiyanûş Cihanpûr bi daxuyaniyekê, aşkera kir ku ji duh ve 11 kesên din ji ber vîrûsa koronayê mirine û 394 kesên din jî bi wê nexweşiyê ketine.
Cihanpûr destnîşan kir ku heta niha li Îranê 54 kesan ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dane û 987 kes jî pê ketine.
Berdevkê Wezareta Tenduristî ya Îranê Dr. Kiyanûş Cihanpûr bang li welatiyên Îranê kir ku dernekevin derve û xwe ji cihên qerebalix dûr bixin.