Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Li Îranê bîlançoya lehiyê zelal dibe

Li Îranê li bajar û navçeyên 25 eyaletan lehî rabûbû. Li Şîrazê 19 kes mirin û 119 kes jî birîndar bûn

Ji ber barana zêde li eyaletên Gulistan, Xorasan, Mazenderan, Xûzistan, Gilan, Şîraz û Loristanê lehî rabû.  Ji nav 31 eyaletên Îranê lehî li 25 eyaletan rabû.

Sazî û dezgehên fermî yên Îranê derbarê xisarên lehiyê heta niha daxuyaniyeke fermî nedane. Hate diyarkirin ku tenê li Şîrazê 19 kes mirine û 119 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku li Şîrazê 400 wesayît ber bi avê ketine û li wê herêmê gelek mal di bin avê de mane.

Li gorî çavkaniyan ji ber lehiyê herî kêm 50 kes mirine û hejmara birîndaran jî ji 400’î zêdetir e. Serokê Dadgeha Şîraza ya Komara Îslamî ya Îranê Alî Salihî diyar kir ku dema lehî pêk hatiye şaredar ne li Şîrazê bûye û ev tişt bêberpirsyariyeke mezin e. Alî Salîhî diyar kir ku beriya Newrozê hişyariya lehiyê hatiye kirin lê tu tevdîr nehatine stendin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê diyar kir ku ji ber karesata lehiyê xisareke mezin çêbûye. Wezîrê tendirustiyê got ku “Li bendavên Sadabad, Derbend û Derkayê tevdîr hatine stendin. Heke ava van bendavan zêde bibe wê li Tehranê karesatek pêk were. Li eyaletên Loristan, Xûzistan, Kohkîloye û Boyerahmedê rewşa awarte hate îlankirin.”

Waliyê Eyaleta Gulistanê Mîr Mihemed Geravî jî ji şêniyên bajarê Gemişanê xwest ku bila ji bajêr derkevin. Ji ber lehiyê li gelek bajar, navçe û gundan av û elektrîk qut bûye. Ji ber ku rê hatine girtin, hê ekîbên alîkariyê xwe negihandine gelek gundan. Di vê lehiyê de bi sedan mal hatine hilweşandin. TEHRAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar