Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Li Îranê jinbûn, kurdbûn û rojnamegerî metirsiyeke mezin e’

Rojnameger Kevok Awyer têkildarî rewşa Îranê axivî û wiha got: “Weke ku min di serî de jî got rewşa siyasî û aboriya jinan li Îranê pir dijwar e lê jinbûn û kurdbûna min vê rewşê dijwartir dike. Divê ez tim xwe biparêzim û tiştên ku ew naxwazin nenivîsînim an jî min nivîsand li hember encamên wê amade bim. Çinkî dizanim ku li Îranê jinbûn, kurdbûn û rojnamegerî metirsiyeke mezin e.”

Li çar aliyê cîhanê jin tim di bin tundî û zehmetiyan de têne hiştin. Bi rêya nûçeyan an jî bernameyan em bi têkoşîna jinên cîhanê dibihîsin. Lê ji ber ku dewletên wek Îranê xwe ji cîhanê îzole dikin haya tu kesî ji jiyana Îranê û têkoşîn û rewşa jinên wir tune ye. Em li ser rewşa jinên Îranê û bi teybetî jî li ser jinên rojhilata Kurdistanê bi rojnameger Kevok Awyer re axivîn.

Rojnameger Kevok Awyer di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bi giştî jinbûn ne tenê li her çar parçeyê Kurdistanê li hemû welatên Rojhilata Navîn dijwar e û wiha got: “Li çar parçeyê Kurdistanê ji ber gelek sedeman rewş cudatir e. Jinên Kurdistanê ji xeynî asêtî û dijwariyên li ser zayenda xwe, di heman demê de bi pirsgirêk û dijwariyên li ser netewa kurdbûnê re jî rû bi rû dimînin. Li Îranê jî ji ber îslamîbûn û hebûna hin siyasetan ku di bin bandora baweriyê de çêbûne jin hêj bindest in. Îranîbûn, jinbûn, kurdbûn û rewşa neguncav a aborî, civakî û çandî wisa kiriye ku jiyan ji bo jinên vê herêmê dijwartir be.”

‘Aboriya jinan pir lawaz e’

Kevok Awyer bal kişand ser aboriya jinên Îranê û ev tişt anî ziman : “Aboriya jinan li vir pir lawaz e, derfeta kar ji bo wan tune ye. Ku hebe jî dahateke pir kêm ji bo wan tê terxankirin. Ji aliyê civakî ve jî jin gelekî sînordar têne hiştin. Mînak hin yasa hene ku destûra çûyîna welatekî din, hilbijartina jiyana dilxwaz an jî biryara mafê hevberdanê nade jinan. Xweşbextane di vê dawiyê de jin û bi taybet jî jinên kurd ên Rojhilatê ji ber têgihîştin û hişyarbûna malbatan di warên çandî û hunerî de çalak in û zaf jî serkeftî ne. Ji ber gelê Rojhilatê zêde girîngiyê didin bawerî û kevneşopiyên paşverû û qiymet nadin jinan.”

Awyer li ser piştgiriya jinên kurd û farisan de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Pirsgirêkên jinên kurd û faris heya radeyeke hevbeş in. Lê mixabin netewxwazî û dînxwaziya wan û ji ber ku kurdan kêman e dibînin nikarin bi jinên kurd re çalaki yan jî xebatan bikin. Li Îranê jin nikarin tev li siyasetê bibin. Siyaseta nêrzalbûna siyaseta Îranê rê nade jinên parlamenter nêrînên xwe bînin ziman.”

Jin nikarin di siyasetê de cih bigirin

Rojnameger Awyer anî ziman ku jinên îranî zêde tev li siyasetê nabin û ev jî heya radeyekê tawana (sûc) wan bi xwe ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di yasayê de, di gelek qadan de rêgirî ji bo beşdariya jinan tuneye. Her çiqasî li Îranê derfeta hin berpirsyariyên wek serokkomar, dadwerî û wezirtiyê nedin jinan jî di yasayan de ji bo tevlibûna jinan a qada siyasî tu astengiyek tuneye. Dewlet ji bêbawerî û bêezmûnbûna wan ji wan gelekî sûd werdigire. Divê em bawerî bi vê jî bikin ku jin di van salên dawî de bi rêya beşdarbûna lîjneya bajaran an nûnertiya parlamenteriyê ve heya radeyekê rê li pêşiya nifşên nû vekirine û hewl dane ku civak li gel vê babetê rabe.”

Kevok Awyer li ser rêxistinkirina jinan dest nîşan kir ku jin tenê dikarin di bin banê NGO’yê (Rêxistinên Civakî yên Sivîl) de xwe birêxistin bikin û wiha pê de çû: “Jin di van çalakiyan de jî mecbur dimînin ku li gor yasayê tev bigerin ji ber wî çalakiyên wan bi dilê wan nînin. Rojname yan kovareke taybet di vê qadê de tune ne. Hin çalakên di qada jinan de tenê bi rêya nivîsan li ser babeta jinan di kovar û rojnameyên çalak de yan di torên dijîtal de bîr û nêrînên xwe derdibirînin.”

‘Çapemeniya mûxalîf ne pêkan e’

Aywer da zanîn ku Îran ji bo sazî yan jî dezgeyeke jinan were avakirin destûr nade û tenê di dewletê de beşeke bi navê ‘Rawêjkariya Biwara Jinan’ heye ku di çarçoweya yasaya diyarkirî ya dewletê de çalakiyên xwe dike û got ku şêwirmenda serokkamarê ya taybet jî li ser jin û malbatê xebatê dike lê ev xebat xîtabê hemû jinan nake.

Rojnameger Kevok Awyer li ser rojnamegeriya li Îranê destnîşan kir ku bi giştî ew zaf asê û sînordar tên hiştin û ev agahî da: “Rojnameger li Îranê divê alîgirê partî û aliyekê bin. Çapemeniya azad û bêalî hebûna wê tune ye. Ji ber wê ye ku bi tu awayî li vir çapemeniya mûxalîf ne pêkan e. Heke tiştekî wisa rû bide dê bêguman tundiya dewlet û desthilatê re rû bi rû were. Malper û ajansên nûçegihaniyê yên fermî jî ji aliyê serokekî dewletê ve tên îdarekirin, nikarin her tiştî belav bikin û heke nûçegihênek jî tiştekî cuda binivîse yan dê babeta wê bê sansurkirin an jî dê bê hişyarkirin. Di vê di çarçoveya yasayan de kar bike û heke ji bo cara duduyan jî rû bide dê berengariyê li gel wî/wê bikin.”

Her wiha rojnameger Kevok Awyer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke ku min di serî de jî got rewşa siyasî û aboriya jinan li Îranê pir dijwar e lê jinbûn û kurdbûna min vê rewşê dijwartir dike. Divê ez tim xwe biparêzim û tiştên ku ew naxwazin nenivîsînim an jî min nivîsand li hember encamên wê amade bim. Çinkî dizanim ku li Îranê jinbûn, kurdbûn û rojnamegerî metirsiyeke mezin e.” Çavkanî: Rojnameya Xwebûnê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar