Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li Iraqê 45 çalakvan hatin kuştin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê duh bi tundî êrîşî çalakiyên li bajarên Necef, Nasriye û Bexdayê kirin. Li gorî agahiyan, di êrîşan de herî kêm 45 kes hatin kuştin û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn

Xwepêşandanên li Iraqê yên li dijî hikûmetê bênavber didomin. Li gorî agahiyan, di xwepêşandanên duh ên li Iraqê de 45 kes ji hêla hêzên Hikûmeta Navendî ya Iraqê ve hatin kuştin. Hat zanîn ku tenê li bajarê Nasriyeyê 29 xwepêşandêr hatine kuştin.

Di heman demê de tê gotin ku di xwepêşandanên duh de herî kêm 200 kes jî di encama êrîşên hêzên ewlehiyê de birîndar bûne. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Konsolosxaneya Îranê ya li Necefê jî 2 roj berê ji hêla xwepêşandêran ve hatibû şewitandin.

Her wiha duh êvarî jî hêzên ewlekariyê êrîşê xwepêşandarên bajarê Necefê kirin. Di encama êrîşan de de 12 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Her wiha li gorî ragihandina Iraqê li Bexdayê jî duh 4 çalakvan di encama êrîşa hêzên ewlekariyê de hatine kuştin û zêdetirî 22 kes jî birîndar bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar