Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li Iraqê aktor/serwer; DYA û Îran e

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

20Piştî hilweşandina serweriya Seddam li Iraqê, piştre hat xuyakirin ku bi giranî desthilatî/serwerî, ji aliyê leşkerî û hinek jî siyasî ve ket destê DYA’yê.

Jixwe aliyê îdarî, aborî, civakî û heta siyasî jî hema hema civak û welat bi tevayî, mîna ku raserî erdhejê bibe, hilşiya û parçeparçe bû.

Bêguman ji despêka destdirêjiya DYA’yê ve Îranê jî xwe ji bo di rejima nû ya dewleta Iraqê de xwedî desthilatiya xurt be, di nava amadekariya piralî de bû. Erê li ber çavan hewldanên DYA’yê, weke yekane dihat dîtin, lê hewldan û xebatên dewleta Îranê hema peralelî wê dihat meşandin.

Van hewldanên nakok ên dijberî hev ên Îranê û DYA’yê yên peralel û pirê caran di nava hev de, roj bi roj dijwartir bûn, kelî bi kêlî hêzên pabendên wan bi hev re ketin nava şer û ev “şerê wekaletî” îro hatiye asta herî bilind.

Nîşanên berbiçav pir hene ku êdî şerê wekaletî yekser derbasî şerê dewletî ên hêzên leşkerî yên dewletan bibe.

Bi taybetî li Iraqê û bi gelemperî li herêma Rojhilata Navîn divê hêz, rol û siyasetên dewletan û tevgêran zelaltir werin zanîn.

Di serî de heke em ji Iraqê ve destpê bikin; li Iraqê serwerî/desthilatî ne di destê hêzên xwecihî yên Iraqê de ye, îrade di destê DYA’yê û Îranê de ye, wate Rêveberiya Bexdayê ne xwedî îrade ye.

Bi gotinek din li Iraqê, aktorên xwedî rolên sereke DYA û Îran e, hêz û tevgêrên din wekil in (noker in, piyon in, figur in).

Rêveberiya Sûdanî ya Bexdayê, nîvenîv e, nêvî bi DYA’yê, nêviyê din bi Îranê ve pabend e/girêdayî ye.

Û rêveberiya Barzanî ya Erbîlê jî, hema dişibe ya Sûdanî ew jî bêîrade ye, erê piranî bi fermana DYA’yê tevdigere, lê nikare gelek ji fermanên Îranê jî dûr bikeve.

Îca ewqas hêzên piyon ne bes bûn (diyar e têra siyaseta DYA’yê nake), hêzên dewleta tirk jî kişandin vê herêmê (Iraqê û Başûr).

Ka em berê dûrbîna xwe berfireh bikin û bala xwe bidin rewşa her çar dewletên dagirker; Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê.

Jixwe aliyên wan ên bingehîn dişibin hevdu û her çar dewlet jî di bin bandora siyasetên hegemonên cîhanî de ne.

Erê dibe ku Îran, di despêkê de hinek ji her sê dewletan cûdatiya wê hebû û karibû heta astekê siyasetek serbixwe bida meşandin, lê nuha ew jî tengav bûye û ji bo karibe li dijî êrîşên DYA’yê rejima xwe li ser piya ragire, hewcedarî Rûsya û Çînê bû ye.

Sûriye, hema bi giranî rewşa wê dişibe ya Iraqê, bêîrade ma ye û ji bo xwe li dijî êrîşên DYA û Îsraîlê li ser piya ragire bi tevayî xwe sipartiye Rûsyayê. Ji aliyê mezhebî ve jî, hevalbendiya li gel Îranê xurt e.

Tirkiye, jixwe pir caran şîrove li ser hatiye kirin û rewşa wê tê zanîn ku, bi tevayî weke pîyonê DYA’yê tevdigere.

Weke tê dîtin, rewşa her çar dewletan jî bi piranî dişibin hev û bêîrade ma ne û ketine xizmeta dewletên server ên cîhanî. Li gel ku nakokiyên wan xurt in jî, li dijberiya Tevgêra Azadiyê dikarin bibin yek.

Ê baş e, ma çarenûsa van gelan wê çawa be, ma ji bo jiyanek azad û aram û hevpar çare nîne?

Bi giştî hemû dewlet û bi taybetî jî van dewletên hegemonên serdestên cîhanê, ti caran ji bo gelan jiyana azad nekirin e armanc û ti caran nakin armanc.

Jiber ku bi tinê berjewendên dewletên xwe, ne berjewendên gelên xwe jî diparêzin, armanca siyaseta wan parastina komek desthilatdarên dewletan e(bi gelemperî jê re tegotin oligarşi).

Ma gelo gelên cîhanê bêçare ne?

Nexêr, çare heye û jixwe mijara sereke û divê bi giranî li ser were rawestandin û were zanîn jî ev mijar e: Rêya Sisyan!

Ev mijar, bi şênberî li Kurdistanê giştî û bi taybetî li Rojava di asta şoreşê de li ber çava ye.

Bi tenê ji bo ku ev Rêya Sisyan bi ser bikeve, divê felsefe, zihniyet û bîrdoziya vê rêyê baş were nasîn û were pejirandin.

Rêbar Apo, ji bo meşa li ser vê rê, bi nivîs, gotin û ya herî giringtir jî, bi jiyana xwe ya berxwedêr nîşan da ye, kurt cewherî bi pêşkeşî û rêberiyek mezin, bi zanyarî û ramyariya xwe ev rê pir ronî kiriye.

Êdî ji her kesên şoreşger, demokrat, mirovparêz, mafparêz, niştimanparêz, aştîxwaz û azadîxwaz tê xwestin ku, dudiliyê û xemsariyê nekin, bi lez û bi berpirsiyarî tevbigerin, bikevin ser vê rê û bimeşin!

Erê, di vê çerçovê de û bi ruhê çalak, em ê karibîn xwe xurtir bi rêxistin bikin, Rêberê xwe azad bikin, statuyek bi rûmet ji Kurdistanê re ava bikin û qonaxek nû ya serbilind ji mirovahiya cihanê re bi dest bixin.

E ha li hemberî her du aktorên biyanî yên ne mafdar ên dagirker û qirker, aktorê xwecih ê bingehîn û rasteqîn ê rêya sisyan bi vê şêwazê dikare were destnîşankirin û serkeftinê bi dest bixe.

Nûçeyên Têkildar