Parlamentoya Iraqê di 12’ê hezîranê de projeyasaya bûdceya giştî ya Iraqê ya ji bo salên 2023-2024-2025’an erê kir.
Di 16’ê hezîranê de Serokê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Etwan Etwanî ji medya Iraqê re ragihand ku ji bo pejirandinê, projeyasaya bûdceyê gihiştiye ber destê Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd.
Her wiha li gorî yasayê ger di nava 15 rojan de serokkomarê Iraqê projeyasaya bûdceya giştî ya Iraqê ya ji bo salên 2023-2024-2025’an îmza neke, wê raste rast di rojnameya fermî ya welat de were belavkirin û wê demê wê bi şêweyekî fermî bikeve yasayê.
Derbarê vê yekê de raporek a ajansa ‘Fikra Forum’ wiha ye;
Rapor wiha ye:
“Parlamentoya Iraqê, piştî çend mehên bi alozî û nakokiyên tund, di 11’ê Hezîranê de projeyasaya bûdceya giştî ya salên 2023-2024-2025’an a Iraqê pejirand. Her wiha aliyên Iraqî sud ji nakokiyên navbera alî û partiyên kurd de girt û mercên xwe li ser kurdan ferz kir.
Nakokî û belavbûna navxweyî ya nav kurdan de, ji bo lewazxistina hikûmeta Herêmê alîkariya fraksiyonên şîe û suniyan kir ku vê yekê jî desthilata hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê xist bin kontrola rêveberiya Federal û serdemek nû ya peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de destpê kir.
Piştî 2003’yan rola kurdan ya li Iraqê
Ji sala 2003’yan ve herêma başûrê Kurdistanê, li Iraqê rol û statûyek berçav û bandorker girtiye ser xwe. Kurd beşdarî karên di qada siyasî ya Iraqê de bûn. Di nivîsandina destûra nû û di avakirina sîstema siyasî ya Iraqê de beşdarvan û aliyek sereke bû.
Barzanî li ser navê hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê û bi awayekî yek alî, di sala 2017’yan de referandûm lidarxist ku tejî nakokî bû. Di encamê de Herêmê di warê erdnîgarî, siyasî, aborî, leşkerî û îdarî ve ziyanek mezin girt.
Piştî vê yekê nakokî û pevçûnên dîrokî yên navbera her du partiyên desthilat ên PDK û YNK’ê de, xirabtir bû. Tevî hewldanên dîplomat û navbeynkarên Rojavayî yên ji bo lihevkirina wan jî demkî û bê sudin.
Kurd di lihevanîna hêzên desthilatdar de, jêhatîne, lê ev yek tirsnake. Wek mînak, serokê herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo peywendiya telefonê ya navbera Welîahtê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Zayid û Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan ên derbarê normalîzekirina têkiliyên dîplomatîk ên navbera her du welatan de, navbeynkariyê kiribû ku ev yek xelete.
Nakokî û parçebûnên nava aliyan de
Ev siyaseta eşîrî ew qas xerab û sekiniye, her aliyek bê ku hizra encamên xirab ên ji bo herêma başûrê Kurdistanê û windakirina statûya hikûmeta Herêmê bike, hewla xistina aliyê beramberî xwe dide.
Di encamê de ev nakokî û pirsgirêkên navbera hizbên desthilatdar ên Herêmê de, hêza hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê lewaz kir û potansiyela avakirina eniya yekgirtî ya di danustandinên li gel hikûmeta Federal de xist. Ev yek jî bû sedem ku herêma başûrê Kurdistanê nekare di warê parastina xweserî û israrkirina di pêwîstiyên xwe yên weke bûdceyê de bandorker be.
Aliyê şîe ya Çarçoveya Hemahengî, parçebûn û nakokiyên navxweyî ji bo kontrolkirina çavkaniyên darayî yên Herêmê bikaranî. Vê yekê bi taybet di pejirandina projeyasaya bûdceyê de bikaranî.
Ji bo rewabûnê, pêwîstî bi hilbijartinekê heye
Hêza hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê ya ji bo avakirina saziyên bihêz û xwesertiyek bandorker ketiye metirsiyê. Her wiha ev şkestin, giranî û statûya hikûmeta Herêmê hem di asta neteweyî, herêmî û navneteweyî de lewaz kiriye. Di dema nîqaşên li ser projeyasaya bûdceyê de, aliyên kurdî nekarîn siyasetekî hevseng rêve bibin ku di encamê de herêma başûrê Kurdistanê ji hemû deman lewaztir bû û çarenûsa wê nediyare.
Li gel vê jî sazî û dezgehên hikûmeta Herêmê ne tenê di çavê gel de, her wiha di warê siyasî de jî rewabûna xwe windakiriye. Bi taybet piştî ku Dadgeha Bilind a Iraqê, biryara ne destûrî ji bo dirêjkirina dema Parlamentoya Herêma Kurdistanê da. Niha ji bo Herêma Kurdistanê rewabûna xwe ya giştî û yasayî vegerîne, pêwîstî bi hilbijartinekê heye.”