Li Îzmîrê vê sibehê polîsan dewleta tirk bi ser gelek malan de girtin û 7 kes binçav kirin
Polîsên tirk li Îzmîrê û navçeyên wê vê sibehê bi ser gelak malan de girtin.
Polîsên tirk di serdegirtina malan de 7 kes bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” binçav kirin. Polîsan dema ku bi ser malan de girtin, dest danîn ser telefon, kompîtirên û pirtûkên şexsî.
Navên çar kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: “Emîne Kutal, Yasîn Ateş, Şekeft Taşdemîr û Ugraş Bîlgen.” ÎZMÎR