Êrîşkarê ku agir bi avahiya HDP’ê ya Îzmîrê xist, wezîfedarek HDP’ê dîl girt û ew qetil kir. Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ji Medya Haberê ragihand ku di êrîşê de hevalek wan hatiye qetilkirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepni jî diyar kir ku kesa hatiye qetilkirin navê wê Denîz e.
Hat zanîn ku kesa hatiye kuştin Denîz Poyraz e û li avahiya HDP’ê xebatkar bûye û bi karê xwarin û paqijiyê re eleqadar e û temenê wê derdora 40 salî ye. ÎZMÎR