Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Îzmîrê jî Nobeda Demokrasiyê dest pê kir

HDP’a Îzmîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji îro û pê de dest bi çalakiya Nobeda Demokrasiyê dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê çalakî heta cotmeha bidome û banga tevlêbûnê li her kesî hate kirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hemberî biryara tayînkirina qeyûman, di 19’ê tebaxê de li Amed, Mêrdîn û Wanê çalakiya Nobeda Demokrasiyê dabû destpêkirin. HDP’a Îzmîrê jî beriya ku Nobeda Demokrasiyê li Îzmîrê bê lidarxistin, li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Serpîl Kemalbay, Şevîn Coşkun, Mûsa Pîroglu û Habîb Eksîk û gelek endam û rêveberên bajar amade bûn. Daxuyanî ji hêla parlamenter Kemalbay ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Kemalbay anî ziman ku darbeya qeyûm 37 roj li pey xwe hişt û wiha domand: “Têkoşîna me ya demokrasiyê ya li dijî qeyûm û bloka faşîst a AKP-MHP’ê li çar aliyên Tirkiyeyê didome. Dê ji îro û pê de çalakiya Nobeda Demokrasiyê li Îzmîr û Stenbolê jî bi awayeke hemwext berfireh bibin. Em ê ji bo parastina demokrasiyê nobetê bigirin. Nobeda me ya demokrasiyê ji îro û pê de dê saet di 15.00’an de li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li semta Alsancakê dest pê bike. Nobet dê heta saet 20:00’an bidome.”

Kemalbay destnîşan kir ku gelê navçeyê divê beriya nobedê kom bibe û berê xwe bide cihê çalakiyê. Kemalbay wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li her kesî dikin ku tev li çalakiyê bibin. Beriya ku em biçin pêşiya Turkan Saylan, em ê belavokan belav bikin. Ger ku li cihekî vîna gel hatibe xespkirin, ev tê wateya xespkirina temamiya gel. Em neçarin ku bi hev re têkoşîna demokrasiyê pêş bixin û mezin bikin. Em bang li gelê Îzmîrê jî dikin ku tev li çalakiyê bibin û piştgirtiyeke xurt bidin. Nobet dê heta cotmehê bidome.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar