Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû di ‘Nobeda Demokrasiyê’ ya li Îzmîrê de axivî û wiha got; “Em ê xwedî li îradeya gel û HDP’ê derbikevin.”
Çalakiyên protestoyê yên li dijî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Merdinê didomin. Nobeda Demokrasiyê ya li Îzmîrê li pêşiya Navenda Çanda Turkan Saylan ya Alsancak a Îzmîrê destpê kir. Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay , Ayşe Surucu, Şevîn Coşkûn, Mûsa Pîroglû û Habîp Eksik beşdarî nobedê bûn. Beriya çalakiyê wekîlên HDP’ê li Cadeya Şehîdên Kibrisê ya li Taxa Alsancak a Îzmîrê belavok belav kirin. Ciwanên li derdor derbasbûn piştgirî da wekîlan û gotin piştgiriya têkoşîna wan dikin.
Beriya çalakiya rûniştinê destpê bike Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû axivî û wiha got; “Ev hatina gel hev tenê li Wan, Amed û Mêrdinê çênebû. 23’ê Hezîranê ji hilbijartina Stenbolê serketî derketin hatina gel hev ya li dijî zilmê ye. Yên wê rojê hatine gel hev, di sindoqan de mil dan milê hev divê encamên sindoqan bi hev re biparêzin. Ne zilm bidawî bû û ne jî nelirêti, li vî welatî ne bêedaletî û ne bê hiqûqî bidawî bû. Weke heyî bi rewşên cûda dewam kir.”
Pîroglû got ku hikûmet hêrsa xwe ya li dijî windakirina Stenbolê dixwaze bi tayînkirina qeyûman ên li Mêrdin, Wan û Amedê derbixe û wiha domand; “HDP wê xwedî li îradeya gel derbikeve. Bila bizanin ku heta qesr neyê hilweşandin têkoşîn wê bidome. Em ê teslîm nebin, çonk ne daynin û li ber xwe bidin. Em dizanin em ê serbikevin.”
Parlamenterê HDP’ê Habîb Eksîk jî axivî û got; “Dûrxistina çapemeniyê ji vir bêhiqûqî ye, sûc e. Îro em wekîlên HDP’ê li Îzmîrê mafê xwe yê demokratîk bikartînin. Hûn bi dorpêçê bi bendê nikari navbera me û gel asteng bikin. Îro gelên Tirkiyeyê di tifaqa demokrasiyê de bûn yek. Hûn sûc dikin. Em li vir çalakiyekî mafdar lidar dixin û ti zirarê nadin kesê. Mafê tu kesê nîne çapemeniyê asteng bike.”
Parêzerên Baroya Îzmîrê ji bo piştevaniyê serdana çalakiya rûniştinê kirin. Li aliyê din tê payîn ku gelek rêxistinên civaka sivîl serdana çalakiyê bikin.ÎZMÎR