Polîsan di saetên serê sibehê de li Îzmîrê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de, di nav de hevserokên DBP û HDP’ê yên bajar û navçeyan jî, 12 kes hatin binçavkirin
Polîsên dewleta tirk di saetên danê sibehê de li navçeyên Menemen û Alîaga yên Îzmîrê bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku di encama serdegirtina malan de herî kêm 12 kes hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin derbasî Midûriyeta Polîsan a Bajêr hatin kirin. Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Menemenê Tayfûn Bahşî, rêveberên HDP’ê yên bajêr Abîzer Yilmaz, Mehmet Emîn Aydin, Agît Ozer, Zeynî Yuksel û Şehmûz ê paşnavê wî nehat zanîn.” ÎZMÎR