Li paytexta Efganistanê Kabîlê teqîneke mezin pêk hat û ji ber teqînê herî kêm 65 kes birîndar bûn
Li gorî jêderkên Wezareta Karên Navxweyî ya Afganistanê li Taxa Pûlî Mahmûd Han ya Kabîlê teqînek pêk hat.
Hate ragihandin ku dema kolan qelebalix bûye, êrîş bi wesayîteke bombebarkirî hatiye kirin. Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Nasrat Rahîmî diyar kir ku li cihê teqînê şer jî heye. Rayedar diyar dikin ku 10 jê zarok, herî kêm 65 birîndar hene. Tê diyarkirin dibe ku bîlanço giran bibe. Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Vahîdûllah Mayar li ser twîtterê diyar kir ku gelek birîndar rakirine nexweşxaneyê. KABÎL