Li rojavayê paytexta Afganistan Kabûlê, li dibistaneke leşkerî êrîşeke xwekujî pêk hat û li gorî agahiyên destpêkê 6 kes mirine
Li rojavayê paytexta Afganistan Kabûlê li Zanîngeha Parastinê ya Neteweyî ya Efgan êrîşeke xwekujî hate kirin.
Berdevkê polîsan Fîrdevs Faramarz daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku êrîş nîvro li cihekî nêzî deriyê zanîngehê pêk hatiye.
Hate ragihandin ku çalakgerê xwekuj bi peyatî hate herêmê û ji ber ku leşkerekî ew dît beriya ku bigihêje armanca xwe bombeyên li ser xwe teqand.
Polîsan diyar kirin ku li gorî agahiyên destpêkê 6 kes mirine, 6 kes jî birîndar bûne.
Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe. Akademiya leşkerî ya neteweyî sala 2005’an ava bû û li wê derê efserên payebilind ên artêşê perwerdeyê dibînin. Beşeke zanîngehê baregeheke bi ewlekariya bilind e ku leşkerên NATO’yê lê ne. KABÛL