Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Kampa Holê gelek çete hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, operasayona li dijî DAIŞ’ê ya li Kampa Holê da dest pê kirin dewam dike

Navenda Nûçeyan |

Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi piştgiriya HSD, YPG û YPJ’ê ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ ya ji bo paqijkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ’ê di roja duyemîn de dewam dike.

Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê operasyona bi rêve dibe de daxuyanî da û wiha got: “Ev operasyon di çarçoveya pêşbiniyê de, hatiye lidarxistin. Li kampê heya ku kontrol bê pêşxistin, ev operasyon dê dewam bike. Hêzên me saet 04.00’ê sibeha 28’ê Adarê, bi awayekê berfireh dest bi operasyona bi navê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kirin. Ev operasyona hêzên me bi piştgiriya hêzên HSD, YPG û YPJ’ê hatiye destpêkirin. Bi giştî 5 hezar hêzên me yên ewlekariya beşdarî vê operasyonê bûne.

Armanc belavkirina DAIŞ’ê ye

Di dewama daxuyaniyê de, têkildarî armanca operasyonê wiha hat gotin: “Ji bo belavkirina hucreyên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê hatine avakirin û paqijkirina çeteyan a ji kampê ye. Di operasyona me ya roja yekemîn de, çeteyên DAIŞ’ê jî di nav de bi giştî 9 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de, çeteyê bi navê kod Ebû Seed El iraqî tê naskirin û demek dirêj xebatên tevlibûna mirovan ên DAIŞ’ê birêve bir jî, heye. Di vê operasyonê de, li kampê lêgerîn û jimartina nifûsê hatiye kirin. Piştî lêgerîn û jimartina nifûsê welatî cardin li taxên xwe yên kampê hatine bicihkirin. Ji bo ku operasyona me bi awayekê tendurist bê birêvebirin, xizmetên mirovî bi tu awayî nehatine taloqkirin. Di vê çarçoveyê de wê operasyona me dewam bike.”

Banga Mazlûm Ebdî

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî, derbarê operasyona 2 roj in berdewam dike de, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û ev peyam da: “Hêzên me ji bo girtina sûcdarên DAIŞ’ê û parastina sivîlan, li Kampa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dane destpêkirin. Em careke din bang li welatên biyanî dikin ku welatiyên xwe paşve bibin û ji bo başkirina rewşa li kampê û îstikrarê, destekdayîna mirovî ji bo Kampa Holê zêdetir bikin.”

Mehmud: Li kampê hişmendiya DAIŞ’ê dewam dike

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û derbarê operasyonê de nirxandinên girîng kirin. Mehmûd diyar kir ku kamp demek dirêj e hatiye avakirin, malbatên DAIŞ’ê yên ji herêmên Baxoz û Hecînê hatin derxistin lê dijîn û da zanîn ku hişmendiya DAIŞ’ê li kampê hîn jî dewam dike û di kampê de hucreyên veşartî yên DAIŞ’ê hene.

Nûrî Mehmûd, di dewama axaftina de, wiha got: “Di li nava kampê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hene. Li kampê piraniya wan zarok, sivîl dimînin. DAIŞ’î bandorê li zarokên li kampê dikin. Eger ev rewş bi vî rengî dewam bike, dema bê metirsî heye ku kesên ‘terorîst’ bên afirandin. Em operasyonê li dijî yên ku li kampê karên ‘terorê’ dikin, dimeşînin. Li kampê mehkemeyê çêdikin. Ev jî metirsiyeke li ser şêniyên kampê. Fikaran çêdike ku ji vir ‘teror’ ber bi derve ve belav bibe. Di nava vê salê de 47 kes bi rê û rêbazên cuda (çek, kêr, hwd.) hatin qetilkirin. Ev operasyon li dijî kesên metirsîdar tê kirin. Di heman demê de ji bo qedandina bandora zîhniyeta DAIŞ’ê ya li ser civakê ye. Ya esasî, em dixwazin malbatên DAIŞ’î ji wê hişmendiyê rizgar bikin. Armanca me ev e û operasyon di vê çarçoveyê de tê kirin.

Li kampê tirs hatiye avakirin

Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampê gelek kesên metirsîdar hene. Hêzên Ewlekariya Hundirî di vê çarçoveyê de dest bi operasyonekê kir. Hêzên HSD, YPG û YPJ’ê jî piştgiriya operasyonê dikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nava kampê kar dikin. Dema ku rewşek biqewime ku pêwîstî bi destwerdana me çêbibe, hêzên me wê bibin alîkar.

Hêzên ewlekariyê heta astekê xwedî agahî ne. Hêzên me yên HSD, YPG û YPJ’ê jî bi heman rengî xwedî agahiyan e. Li gorî agahiyên gihîştin me, me cihê terorîstan tespît kirin. Heta ku ji destê me tê em ê hewl bidin sivîlan û zarokan ji van rizgar bikin. Em ê bikin ku ji bin bandora wan derkevin. Em ê hewl bidin di nava 15 rojan de vê operasyonê biqedînin.

Biyanî pir in

Kampa Holê girtîgehek nîne. Saziyên navneteweyî û çapemeniya cîhanê hemû serdana wê dikin. Kampa Holê di nava sîstema hiqûqê ya navneteweyî de ye. Ji ber ku piraniyan şêniyên kampê biyanî ne. Ji sedî 60 heta 80’î sûriyeyî nîne, biyanî ne. Rewşa van di hiqûqa navneteweyî de ne diyar e û bi van kesan re hişmendiyek metirsîdar heye. Tedbîrên xurt ên ewlekariyê tên wergirtin. Li gorî derfetên Rêveberiya Xweser, pêwîstiyên jiyanî ji bo şêniyên kampê têne peydakirin. Ev yek ji bo Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariyê yên li ber kampê ne, barekî giran e.

Lê belê cîhan bi berpirsyariya xwe ranabe, ev bar li ser milê Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariyê û me ma. Mirovên li vê derê bi nexweşiyên psîkolojîk in, pêwîstiya wan bi perwerdeya civakî heye. Li gorî wan, yên ku ne ji nêrîna wan e divê bimirin. Ji bo ev metirsî ji holê bê rakirin, pêwîstî bi hêzeke mezin heye. Divê ev potansiyela xeteriyê û zîhniyeta wê ji holê bê rakirin. Ne wijdanî ye ku ev bar tenê li ser milê Rêveberiya Xweser û hêzên HSD, YPG û YPJ’ê bê hiştin. Her wiha divê cîhan çareseriyekê ji vê rewşê re bibîne. Cîhan pê zane ku ev kamp ji bo cîhanê metirsîdar e. Tevî ku sivîl in ev zîhniyeta wan dibe sedema metirsiyê. Bi heman rengî tedbîrên cidî wernegirtine. Yan jî berpirsyariya xwe bi cih neanîne. Ya jî hiqûqa cîhanê nehatiye bikaranîn.

Divê pêvajoya darizandinê dest pê bike

Pêvajoya DAIŞ’ê beriya demeke dirêj dest pê kiribû. Di vê pêvajoyê de terorîstên ji dehan welatên navneteweyî hatin girtin. Van ne tenê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, her wiha li tevahiya cîhanê sûc kirin. Ji bo ev kes di çarçoveya hiqûqê de bên darizandin welatên cîhanê heta niha berpirsyariya xwe bi cih neanîne. Ev bar tenê li ser milê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye hiştin. Bi vê wesîleyê em bang dikin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de pêvajoya darizandina van kesan dest pê bike.”

Tunel hat dîtin

Li gorî ajansa ANHA’yê di hundirê kampê de tuneleke veşartî hate dîtin. Di roja duyemîn de jî gelek gumanbarên ku bi çeteyan re têkiliyên xwe hene, hatin binçavkirin.  Li gel tunelê, cilên leşkerî yên ji aliyê çeteyan ve hatine veşartin jî, hatin desteserkirin. Di dema lêgerînê de gelek laptop û telefon jî hatin desteserkirin.  Her wiha di roja duyemîn a operasyonê de, gelek gumanbar hatin binçavkirin.

Her wiha li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çeteyên hatine girtin ev in: Haşim Şelal bi navê Ebû Ekrem tê nasîn (berpirsê şaneyeke ewlehiyê ye li Kampa Holê), Eqîl Resmî Hisên bi navê Ebû Mihemed tê nasîn (oldarê ‘şeriî’ çeteyên li kampê), Resûl Samî Mihemed û birayê wî Selam (her du berpirsên şaneya ‘Usama’ ne ku bûyerên kuştinê li kampê pêk dianîn).”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar