Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li kampa Îdirê gelek penaber bi şewba jana zirav ketin

Li gorî îdiayan li kampa penaberan a Îdirê 170 penaber bi şewba jana zirav ketin û li ser 400 penaberan jî guman hene. Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk da zanîn ku agahiya şewbê ji hêla rayedarên dewletê ve jî hatiye piştrastkirin û têkildarî mijarê lêpirsîn hatiye destpêkirin

Li Kampa Penaberan a Navenda Vegera Paşveşandinê ya grêdayî Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê, bi sedan penaber bi talûkeya ‘Şewba jana zirav’ re rû bi rû ne. Têkildarî mijarê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Dr. Habîp Eksîk axivî. Eksîk da zanîn ku der barê mijarê de bi rayedaran re axiviye û rayedaran îdia piştras kirine û têkildarî mijarê xebat daye destpêkirin.

Habîp Eksîk destnîşan kir ku wan der barê îdiayên jana zirav de ji xebatkarên Navenda Vegera Paşveşandinê ya girêdayî Îdareya Koçberiyê agahî girtine û îdia ji rayedaran pirsî ye. Eksîk wiha dom kir: “Kamp bi temamî ji kon û prefabrîkan hatiye avakirin. Binesaziya wê baş nîne. Tê gotin ku 800 penaber û 400 hêzên ewlehiyê û personel dimînin. Hat gotin ku 170 kes teqez bi şewba jana zirav ketine û der barê 400 penaberan de jî guman hene. Personel û hêzên ewlehiyê ev gumane bi Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar û Navenda Fermandariyê ya 112’an re jî ragihandiye. Em hîn bûn ku komeke ji midûriyeta tenduristiyê çûn kampê û dest bi xebatan kiriye.”

Xwest komîsyona lêpirsînê bê avakirin

Eksîk got ku diviyabû beriya niha jî kontrol bihatina kirin û wiha pê de çû: “Nêzikatiya AKP’ê ya ‘Min her tişt kir û çêbû’ li vir rê li ber pirsgirêkên mezin vekiriye. Bêberpirsyariyeke mezin li holê heye. Wisa xuyaye ku ev mirove terkî qedera xwe hatine kirin. Li kampeke ku 800 kes lê dijîn îdiayeke wiha pir xeternake. Li ser tenduristiya gel jî xetereyekî mezin e. Ez bang dikim ku ji bo vê bûyerê li meclisê Komîsyona Lêpirsînê bê avakirin. Der barê kesên ku berpirsyariyên xwe bi cih neanîn de divê lêpirsîn bê destpêkirin. Divê ev kes teqez bên dermankirin.”

Daxuyaniya Walîtiya Îdirê

Walîtiya Îdirê jî daxuyaniyek da û hewl da ku îhmalkaran biparêze. Walîtiyê destnîşan kir ku hemû pêdiviyên jiyanî yên penaberan tên pêşwazîkirin, paqijiya wan pir baş tê kirin û xebatkarên tenduristiyê jî ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyên şewbê hemû tevdîr girtine. Walîtiyê di berdewamê de jî şewba jana zirav wiha qebûl kir: “Heta niha tu personelên me bi vê şewbê neketine. Ji bo parastina wan jî di kontrola tenduristiyê re hatine derbaskirin. Heta niha tenê li 2 penaberan ev nexweşî hatiye tespîtkirin û yên ku gumana şewbê li ser jî xistine karantînayê.” ÎDIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar