Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li kampeke Zaxoyê şewat derket: 3 şengalî jiyana xwe ji dest dan

Li kampeke penaberan a Zaxoyê ku şengalî lê ne şewat derket. Ji ber şewatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan |

Li gorî agahiyan, şewat li kampa Bersivê 2 a li bajarê Zaxo yê başûrê Kurdistanê saet di 02:00 ê nîvê şevê rû da. Li vê kampê, xelkê Şengalê hene ku piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji Şengalê koç kirin.

Hate ragihandin ku di encama şewata ku ji ber elektrîkê rû da, 5 kon şewitîn. Ji ber şewatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan, kesên jiyana xwe ji dest dane; Xalid Eliyas ê ji komalgeha Sîba Şêx Xidir û 2 zarokên wî ne. Di heman bûyerê de 5 kes jî birîndar bûn ku rewşa wan a tenduristiyê giran e.

Ne cara yekê ye ku li kampên êzidiyan ên li Başûr şewat rû didin. Di destpêka sala 2020’î de jî li kampa Çemîşkoyê ya Zaxoyê şewat derketibû. Di encamê de 12 konên Şengaliyan şewitî bûn.

Hêjayê gotinê ye ku bi deh hezaran koçberên Şengalê li zêdetirî 20 kampên başûrê Kurdistanê, ji ber xemsariya desthilatdariya herêmê, bi awayek dorpêçkirî, di nava şert û mercên giran de ne. Lewma şengaliyên ku derfetê dibînin li warê xwe vedigerin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar