Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li kantona Cizîrê coşa 12’emîn salvegera 19’ê Tirmehê

Li bajarê Hesekê û Qamişlo yên kantona Cizîrê-Herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kesan berê xwe dan cihê pîrozbahiyên ji bo 12’emîn salvegera 19’ê Tîrmehê. Hemû pêkhate di pîrozbahiyê de hatin cem hev banga parastina destkeftiyên şoreşê kirin.

Li seranserê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Rojava ango Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Bi hezaran pêkhateyên kurd, ereb, ermen, asûr û hwd. li bajarê Hesekê û Qamişlo yên kantona Cizîrê-Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de peyama xwedîderketina li şoreşê û destkeftiyên wê hat dayîn.

Hesekê

Rêveberiya Xweser bi boneya 12’emîn salvegera 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava li Hesekê şahiyek li dar xist. Endam û saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan û gelên ji hemû pêkhateyan kurd, ereb, suryan û ermen ji Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, kampa Waşokanî û Serêkaniyê tev li şahiyê bûn û 19‘ê Tîrmehê li parka 4’ê Nîsanê pîroz kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatma Elî salvegera Şoreşa Rojava li hemû cîhanê pîroz kir û wiha got: “Di vê şoreşê de me gavên gelek girîng avêtin û bûn xwedî destkeftiyên mezin. Yek jê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ku îro ji tevahî cîhanê re bûye nimûne. Sîstema hevserokatiyê yek ji destkeftiyên vê şoreşê ye ku îro jin di her saziyê de cih digrin û xwedî biryar in. Em ê ji bo parastina van deskeftiyan her dem li qadan bin û asta têkoşînê bilindtir bikin.”

‘Em bi hev re deskeftiyên şoreşê biparêzin ‘

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed teqez kir ku Şoreşa Rojava bi ked û pêşengiya jinan bi pêş ket û destkeftiyan bi dest xist û wiha anî ziman: “Şoreşa Rojava, şoreşa gelê bindest e, bi pêşengiya jinên kurd ev şoreş bi pêş ket û gavên girîng hatin avêtin. Şoreşa rojava bandora wê li her aliyên Kurdistanê heye mînaka wê jî serhildana Îranê ku dirûşma şoreşa jinan ‘Jin Jiyan azadî’ şoreşa xwe pêşxistin û serhildan çêbû. Em dikarin bibêjin ku Şoreşa Rojava, şoreşa jinan e, vê şoreşê gelek şoreşan bi xwe re anî. Rêveberiya Xweser her wiha hevpeymana civakî destkeftiyên bingehîn ên vê şoreşê ne maf, ol û çanda her pêkhateyê diparêzin. Avakirina rêxistinên jinan weke Kongra Star gavek bingehîn e di vê şoreşê de ku rêxistinbûyîna jinan di hundirê vê şoreşê wekî erkek da ser milên xwe û heta niha jî kar û xebat dide meşandin. Şoreşa me bi jinan dest pê kir û wê bi ked û têkoşîna jinan bi ser bikeve. Niha dem dema parastina destkeftiyên vê şoreşê ji planên qirkirin û êrîşan e. Gere em li keda xwe xwedî derbikevin û bi taybetî ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan asta têkoşînê bilindtir bikin. Ji ber ku xwediyê vê şoreşê Rêber Ocalan e, rêya ku ev şoreş tê de diherike xeta azadiyê ye.”

Paşê bernameya şahiyê bi pêşkêşkirina stranên şoreşgerî ji aliyê Koma Cûdî, hunermend Nisrîn Botan, Koma Komîna Navendê, Koma Ermeniyan û Koma Zîlan berdewam kir.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Qamişlo

Bi boneya 12’emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ya ku di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de li bajarê Kobanê dest pê kir û heta roja îro berdewam dike; şêniyên bajarê Qamişlo û navçeyên wê li stadyûma şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişloyê bi şahiyekê pîroz kirin. Şahî bi dirûşma “Bi ruhê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê dagirkiriyê têk bibin û Sûriyeya Demokratîk û ne navendî ava bikin” û tevlibûna bi hezaran kes û sazî û rêxistinên jin, Meclisa Malbatên şehîdan û saziyên Rêveberiya Xweser bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

‘Asta têkoşînê bilind bikin’

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo şahiya 19’ê Tîrmehê li tevahî pêkhateyan pîroz kir û got: “Salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li hemû pêkhateyan pîroz be. Bi felsefeya jin jiyan azadî şoreşa jinan, bi tevahî pêkhateyên xwe kêliyên azadiyê dijîn em. Bi van kêliyên azadiyê tevahî hevalên xwe yên şehîd bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Rêber Apo bi felsefeya jin jiyan azadî doza azadiyê ji jinan re hilbijart. Bi bêşengiya jinên kurd rêxistina jinan, hêzên jin ên leşkerî û siyasî hatin avakirin û jinên pêkhateyên ereb, tirkmen, çerkez û xirîstiyan bi armanca ku her kes bi îradeya xwe û nasnameya xwe li ser vê erdnîgariyê bijîn xebatên xwe didomînin.

‘Encama têkoşîna 40 salî ye’

Ev yek ji encamên têkoşîna 40 salan a jinên kurd bû ku kêlî bi kêlî ji bo asta bilindkirina têkoşînê berxwedan dane meşandin. Tevî zext, zehmetî û êrîşên dewleta tirk ên ku bênavber li ser herêmê û pêşengên şoreşa me didomin jî bi îradeyeke xurt û bi hêviya serkeftinê, jinan têkoşînekî mezin da meşandin. Bi wê hêz û israra ji bo serkeftinê îro roj gelên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê bi hezaran di qaden Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de amade bûne û bi hev re Salvegera Şoreşa Rojava pîroz dikin. Em jî weke jinên kurd soz didin ku heta dawiyê asta têkoşînê bilind bikin û azadiya Rêber Apo di nava xwe de misoger bikin.”

Di bernameya şahiyê de Koma Tolhildan, Koma Govendê ya Aşûriyan, hunermend Bêrîvan Botan, Koma Serdem a Hesekê, Koma Botan, Hunermend Tariq El-Hisên amade bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar