Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Li Kartalê gel Partiya Çepên Kesk nas dikin’

Hevserokên HDP’ê yên navçeya Kartala Stenbolê yê nû Aygul Sîncar û yê kevin Hunkar Karasûngûr bi lêv kirin ku, wê di vê hilbijartinan de li Kartalê dengê xwe bikin du qat û gotin: “Ciwan li gorî rojên destpêkê, hîn zêdetir tên xebatên me. Jin jî bi heman rengî. Helbet wê piştî hilbijartinê jî xebatên me hebin ku vê hêzê mayînde bikin.” 

Têkildarî hilbijartinan Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Aygul Sîncar û Hevserokê berê yê navçeyê Hunkar Karasungur ku niha xebatkarê DBP’ê ye, ji ANF’ê re axivîn.

Hevseroka HDP’ê ya Kartalê Aygul Sîncar diyar kir ku wan gelek zû dest bi xebatên xwe yên li Kartalê kirin û got: “Me li vir 6 buro û 3 kon vekirin. Bi giştî 8 qadên me yên xebatê hene. Em ê yek ji buroyên xwe yên jinan, dibe ku piştre di çarçoveya xebatên jineolojiyê de bikin komele. Ji ber ku jin eleqeyek zêde nîşa didin.”

Sîncar destnîşan kir ku kurdên ku berê piştgirî didan AKP’ê jî xebatên Partiya Çepên Kesk bi baldarî dişopînin û wiha got: “Dema ku buroya hilbijartinê hat vekirin, ji derveyî me yên ku berê dengê xwe dane AKP’ê di tevahiya bernameyê de tevlî me nebûn, lê ji derve wêne kişandin û heta dawiyê man. Ev rewş ji bo me gavekî erênî ye.”

‘Xwedî li Partiya Çepên Kesk tê derketin’

Sîncar ragihand ku destpêkê hilbijêrên digot, çima em bi navê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) neketina hilbijartinan û ev tişt got: “Me ji gel re diyar kir ku Çepên Kesk di fikrî de pir ji HDP’ê cuda nîn e û ji nasnameyan hemûyan re wekheviyê dixwaze. Niha gel çawa berê xwedî li DBP’ê yan jî HDP’ê derdiket, niha jî bi heman rengî xwedî li Çepên Kesk derdikevin.

Aygul Sîncar ji bo hilbijartina serokkomariyê anî ziman ku her kesê ku wan pê re hevdîtin kiriye, wê bi rengekî erênî dengê xwe bidin Kiliçdaroglû û destnîşan kir ku ji bo hilbijartinên parlamentoyê jî wê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

‘Piştî hilbijartinê jî xebatên yê vê hêzê mayînde bikin wê hebin’

Hunkar Karasûngûr jî bilêv kir ku armanca wan di vê hilbijartinê de ew e ku zêdeyî 50 hezar dengan bistînin û got: “Li Kartalê potansiyela me ya dengan, nêzî 34 hezarê ye. Di vê hilbijartinê de armanca me ew e ku em zêdeyî 50 hezar dengan bistînin. Li Tirkiyeyê niha di wateya giştî de em partiya sêyemîn in.

Ciwan li gorî rojên destpêkê, hîn zêdetir tên xebatên me. Jin jî bi heman rengî. Helbet wê piştî hilbijartinê jî xebatên me hebin ku vê hêzê mayînde bikin. Li aliyê din mirov Çepên Kesk nas dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar