Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Kerboranê dema behîvan dest pê kir

Li gundê Gelîkur ê navçeya Kerboran a Mêrdînê, welatiyan dest bi berhevkirina behîvan kir. Behîvên ku di dawiya meha adarê de çêdibin, di demsala payizê de tên komkirin. Behîvên têm komkirin li ber tavê tên hişkkirin. Pişt re behîvê hişkirî di tûrikan de tên hilanîn û ji bo zivistanê tên amadekirin.

Sultan Acar ku behîvan kom dike anî ziman ku bi nêzîkbûna demsala zivistanê re li herêmê berhevkirina behîvan dest pê kiriye û wiha got: “Di salên 90’î de em ji gundê xwe derketin. Gundê me bi behîvên xwe bi nav û deng e. Her sal payîzê em malbat û gundî kom dibin û tên behîvan kom dikin. Komkirina behîvan pir zehmet e. Berhevkirina behîvên darekê tenê bi saetan wextê me digire. Ji ber wê jî em serê sibehan zû tên û heta êvarî dixebitin.  Behîvên ku em kom dikin, nafiroşîn. Di demsala zivistanê de em li ber çayê dixwin.”

‘Behîv îsal baş gihiştibûn’

Abdullah Acar jî bal kişand ser çêbûna behîvan û ev tişt anî ziman: “Di salên 90’î de dewletê bi dara zorê got yan hûn ê bibin cerdevan an jî em ê gundê we xera bikin.  Me qebûl nekir. Me got, bila gund xera bibe lê em nabin cerdevan. Ji wî wextî heta niha gundê me xerabe ye. Berê li gundê me birinc, savar, nîsk hwd. çêdibûn. Lê piştî gund hat valakirin kes nema û bi ser navê hilbirînê tiştek nema. Li gundê me ji berê de gelek tişt şîn dihatin. Lê niha ne wisa ye. Di meha sibatê de behîv kulîlkên xwe vedike. Di destpêka nîsan û gulanê de behîvtirk çêdibin. Piştî gulanê hişk dibin û dibin behîv. Di dawiya meha tebaxê de jî em tên behîvan kom dikin. Jixwe ne darek wisa ye ku pir avê bixwaze. Bêgûman av hebe baştir dibe. Îsal darên behîvê baş gihiştibûn.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar