Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Kerboranê gora komî hate dîtin

Li ser serlêdana dozgeriyê têkildarî gora komî ya li şikefteke mezraya Lîbka Kaniya ya gundê Derêca yê Kerboran a Mêrdînê lêkolîn hate desptêkirin. Bi vê biryarê re hatin û çûna herêmê ket bin kontrola cendirmeyan û destûr nayê dayîn ku tu kes derbasî herêmê bibe. Welatiyê bi navê Îrfan Yakut ku ji bo gora komî serî li serdozgeriyê dabû, bi parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê re çû cihê bûyerê. Lê dozgeriyê tenê destûr da ku Yakut biçe cihê gora komî.

Hat zanîn ku piştî lêkolîna li şikeftê, hestiyên di gora komî de xistin kîsan û birin Edliyeya Kerboranê. Dê hestî ji bo tespîtkirinê ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê re bên şandin. Li gorî agahiyan, ji gora komî bi giştî 40 kilox û hestî hatine berhevkirin. Têkildarî mijarê heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn û der barê lêpirsînê de biryara nepeniyê hatiye dayîn.

Dema li herêmê digeriyan rastî gora komî hatin

Têkildarî mijarê Îrfan Yakut axivî û ev agahî dan: “Bavê min Yahya Yakut di sala 1993’yan de hate windakirin. Em di demên berê de jî li herêmê digeriyan lê belê em rastî hestiyan nehatibûn. Di 28’ê gulanê de dema em dîsa li herêmê digeriyan, me hestiyên li ber şikeftê dîtin. Li ser vê yekê me serî li serdozgeriyê da. Ji bo testa DNA’yê dê niha hestiyan bişînin Stenbolê. Di dema lêkolînê de 40 kilox hatin dîtin. Heke hestiyên bavê min di nav de nebin jî, hêviya min ew e ku malbatên din bigihijin hestiyên hestiyên xizmên xwe.”

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê Fevzî Adsiz jî destnîşan kir ku îxtîmaleke mezin hestiyên hatine dîtin, yên kesên di salên 90’î de hatine windakirinin û wiha got: “Dibe ku ev hestî yên aydê kesên di çarçoveya Doza JÎTEM’ê ya Mêrdînê ku li Semsûrê didome de jî bin. Beriya niha hestiyên 7 kesan hatibûn dîtin lê hestiyên 3 kesan nehatine dîtin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar