Hêzên artêşa Iraqê bi çekan malên 7 malbatên kurd ên li taxa Newrozê ya Kerkûkê vala kirin û hewl dan 7 malbatên Ereb li van malan bi cih bikin Gelek kurd bertek nîşanî dagirkerinê dan hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku parlamenterên kurd ên Kerkûkê têkildarî mijarê bi wezîrên Karên Hundir û Dadê yên Iraqê re hevdîtin pêk anîne û hewl dane artêşa Iraqê ji taxa Newrozê vekişînin. Lê leşker dê li taxê bimînin û dagirkeriyê bidomînin.
Xaniyên taxa Newrozê ku bi tevahî ji Kurdan pêk tê, li Wezareta Darayî ya Iraqê hatine tomarkirin. Wezaretê xebatên xwe yên ji bo Erebkirina taxê didomîne.